Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komîsyona Çavdêriya Medyayê ya Komeleya Rojnamegerên Hemdem ‘Rapora Medyayê ya Çiriya Pêşiya 2021an’ ya xwe û daxuyaniya çapemeniyê ya nirxandina pêşkevtinên ku derketine pêş yên mehê belav kiriye.
Rapora komeleyê ji pênc beşan pêk hatiye û ev rapora 42em e.
Komîsyonê diyar kiriye ku li Tirkiyê di çarçoveya azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê de, sansûr, gef xwarin, tundî, desteserkirin-darizandin, binpêkirina mafên xwebûyînê yên li dijî hevkarên me tên kirin û manîplasyonên ku li ser nûçeyan tên kirin yên ku me tomarkirine her meh ji rayagiştî re parvekirine di rapora me ya bi navê “Rapora ÇavdêriyaMedyayê” ya 42an de me bidawî kiriye.
Qedexekirina nûçeyan zêde bûye
Di rapora komeleyê de weha hatiye gotin:
“Di meha Çiriya Pêşiyê de jî tundî û tirsandina li ser rojnamevanan berdewam kir. Di mehên dawî de qedexeyên xwe gihandina nûçeyan zêde bûne. Di serî de dadgeh, saziyên peywendîdar azadiya çapemeniyê paşguh dikin û li gor dilê xwe biryaran didin. Li gorî lêkolînê me 19 nûçeyên ku di 37 saziyên medyayê de hatine weşandin qedexeya xwegihandinê derbarê wan de hatiye ragihandin.”
“RTÛK dîsa li ser kare; Bernameya Îsmaîl Kuçukkaya ya bi navê ‘Çalar Saat’ ku di FOX TVê ye de ye, ji ber weşana xwe ya ku hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş kiriye mêvanê xwe derbarê wê weşanê de lêpirsîn daye destpêkirin Halk TV û Tele1 hatin cezakirin.”
“Di meha borî de 30 rojnamevanan di çarçoveya 20 dozan de derketin pêşberî dadweran. Piraniya dozan hatin paşxistin ango taloqkirin. Rojnamevanek bi 11 meh 20 rojan hate sizakirin.”
Tûndkarî û gef li dijî rojnamegeran zêde bûne
“Rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de rastî tundîya fizîkî hatin, gefa kuştinê xwarin. Yek ji van gefan di 10ê cotmehê dema bîranîna qetlîma Garê ya li Enqerê pêk hat. Peyamnêrê ajansa ANKAyê Tamer Arda Erşîn ji aliyê endamê asayîşê ve ku erka vî ya sereke ewlehiya derorê bû rastî gotinên kirêt hat û gefa ku ‘ez ê te bikim çar perçe’ xwar. Di çarçoveya ev bûyera dawî de ku hatiye serê hevkarê me li Enqerê di dema şopandina bûyerên civakî de rojnamevan bi çi zor û zehmetiya rû bi rû ne radixe ber çavên me. Li Enqere, paytextê dewleta Komara Tirkiyeyê de em dikarin bibêjin ku bê şik û gûman di şopandina hemû bûyerê civakî de ronamevan ji aliyê hêzên asayîşê ve lêdanê dixwen, tên derpkirin û gef li wan tê xwarin. Piştî ku bi destnîşana Gerînendeyê giştî yê Asayîşê Mehmet Aktaş giştînameya ku di bûyerên civakî de tomarkirin deng û dîmenan qedexeye hate ragihandin ji aliyê hêzên asayîşê ve tundî û gefa li ser rojnamevanan jî zêde bûye. Ev rêbaza ku tenê li ser çend endamên madyayên ku hatine dîyarkirin tê birêvebirin şik û gûmanên me yê ku di asayîşa Enqerê de ‘tîmeke taypet’ hatiye avakirin û ev bûyer bi destê wan tê birêvebirin zêde kirine.”
“Di raporta me ya Çiriya Pêşiyê de yek ji mijara ku derdikeve pêş û li gorî mehên borî girîngtir bûye geşedanên di beşa ‘Manîpûlasyonê’ de ne. Ferq û cudahiya nûçeyê ya di navbera rojnameyên alîgirên desthilatê û saziyên ku rojnamegeriya rexnegir dikin di meha Çiriya Pêşiyê de jî zêde bû. Ji nîqaşa ‘kuştinên Sîyasî’, heta ‘Dokumentên Pandorayê’ ji kêşeya wehevînbûna xwandekarên zankoyan heta geşedanên ku di Xelatên festîvala Fîlman ya Portiqala Zêrîn de rû dane; Pêşniyaznameya Iraq û Sûriyê ya ku di parlementoya Tirkiyê TBMMê de hatiye dengdayîn û daxuyanîya balyozên biyanî. Sizayên ku Saziya Hevrikiyê daye rêze firoşgehan. Her geşedanek taybetî ji aliyê rojnameyên nêzî deshilatê ve weke ku deshilat mafdar e nûçeyên xwe çêkirin.”
"Ev rêbaza ku sûtûna vê ya weşangeriyê her ku diçe şaş dibe, bi qasî ku zirarê dide nûçegihaniyê ev qas zirareke mezin dide pêkvejiyana civakî jî. Ew kesên ku bi weşanên xwe nirxên pîşeyî yên rojnamevaniyê her roj binpê dikin bila jibîr nekin ku tiştên borî di dema borî de namîne. Her kiryarên xelet û çevt yên kirine em ê di dîrokê de tomar bikin û bi Berdewamî di dehatûyê de bînin pêşberî wan.”
Ji bo tevahiya raporê BITIKÎNE
(HA/AY)