Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevpeymana Jinan a di Rojnamegeriyê (CFWIJ) ji bo 10ê Kanûna Pêşiyê Roja Mafên Mirovan daxuyaneke nivîskî weşandiye. CFWIJê behsa 701 bûyerên tundkariyê kiriye ku di sala 2020an de li rojnamegerên jin hatine kirin.
Tundkariya laşî li 138 rojnamegerên jin hatiye kirin û ew hatine astengkirin. Hevpeymanê her weha 78 kampanyayên reşkirinê yên online, 24 jî bûyerên tacîza cinsî tomar kirine.
Ji serê salê heta niha sê rojnamegerên jin mirine. 5 rojnameger hatine girtin, 97 rojnameger jî hatine desteserkirin.
“Rojnamegeriya azad biparêzin”
Hevpeymanê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Em bang li rayedaran dikin û dibêjin, ji bo rojnamegeran wan şert û mercan ava bikin ku bila rojnamegeriya azad û serbixwe biparêze û li gorî planên stratejîk ên ku NYyê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan amade kiriye tevbigere.
“Em di vê rojê de dubare dikin ku şert û mercên heyî yên rojnamegeran ne li gorî krîterên mafên mirovan in û em dixwazin rayedar wan polîtîkayan pêk bînin ku li dijî binpêkirinan hatine xurtkirin. (EMK/FD)