Fotograf: Li herêma Tzi-Ouzuyê agir bi daristanê ketiye/Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber agirên li daristanên bakur û rojhilatê Cezayîrê derketiye, heta niha 43 kes mirine.
Saziya cendermeyan a Cezayîrê roja duşemê raporek weşandiye û tê de behsa agirên ku bi daristanan ketiye û li bajaran belav bûye kiriye.
Li gorî nûçeya Africa Newsê, radyoya Cezayîrê ragihandiye ku 200 kes birîndar bûne û birînên wan xedar in. Her weha cendermeyan 13 kes bi gumana ku agir bi daristanan xistine, desteser kirine.
Beriya niha herêma El Tarf a li bakur û rojhilatê welêt jî tê de, li 14 bajaran agir bi daristanan ketibû û 38 kes miribûn.
Fermandariya Netewî ya Cendermeyan gotiye ku "ji bo nasnameyên cesedan diyar bikin, lêkolîn dewam dikin." Wan her weha diyar kiriye ku ew ditirsin hejmara miriyan zêdetir bibe.
Saziya berevaniya sivîlan jî destnîşan kiriye ku ji agirên nû yên roja şemî û yekşemê li herêmên cida yên Cezayîrê derketine, 31 jê hatine vemirandin.
Li bakurê Cezayîrê her havîn agir bi daristanan dikeve. Ji guherîna îklîmê ya dibe sedema hişkesalî û germahiya zêde, her sal zêdetir caran û li zêdetir deran agir bi daristanan dikeve.
Pisporan her weha diyar kiriye ku ji ber hejmara balafirên agirkuj kêm e û bi rengekî xirab daristan tên birêvebirin, her weha kêmasiyên di têkoşhina vemirandina agiran de, ziyanan zêdetir dikin. (AEK/FD)