Di danişîna biryarê ya di 3ê Tîrmehê de hat lidarxistin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtserver, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim; nûçegihanên JINNEWSê Habîbe Eren û Oznur Deger û stajyerê MAyê yê berê Mehmet Gunhan hatin darizandin. Di danişînê de cezayê girtîgehê li 8 rojnamegeran hat birîn.
4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi tohmeta ku endamên rêxistinê ne 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li her yek xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, Berivan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahinlî, Zemo Aggoz, Deniz Nazlim û Oznur Degerê birî.
Li dijî cezayên li rojnamegeran hat birîn bertek didomin û dê li Amed, Stenbolê û Enqereyê ev ceza dê werin protestokirin.
Li rojnamegerên Kurd cezayê girtîgehê hat birîn
Di vê çarçoveyê de 6ê Tîrmehê di pêşengtiya Komeleya Rojnemegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê de dê saet di 17:30an de li pêşiya avahiyê DFGê daxuyaniya çepemeniyê were lidarxistin.
Dîsa di 6ê Tîrmehê de Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Matbaayê (DÎSK Basin-Îş), Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), DFGê û MKG dê li Qada Şîşhaneya Beyoglûyê saet 18.00an bi girseyî daxuyaniyê bidin.
Çi bûbû?
Di 25Ê Çiriya Pêşiyê de polîsan li neh bajaran bi ser malên rojnamegeran û ofîsên MA û Jinnewsê de girtin. Di encamê de Midûra Nûçeyan a MAyê Dîren Yûrtsever, nûçegîhan Emrûllah Acar, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Selman Guleryuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînli î Hakan Yalçin, nûçegîhanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Erenar hatibûn desteserkirin.
Di heman demê de polîsan dest danîbûn komek kamera, komputer û kelûpelên din ên rojnamegeran. Dadgehê biryar dabû rojnameger bila 24 saetan nikaribin bi parêzerên xwe re biaxivin. Zemo Aggoza ku dayika pitikeke 48 rojî bû, li navenda polîsan şîr dabû pitika xwe.
Aggoz piştî ku ew birin dozeriyê, bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
(EMK/AY)