Li neviya Şêx Seîd Rûşen Firatê weke tedbîr ji bo 30 rojan cezayê parvekirina ala Tirkan hatibû birîn. Serdozgeriya Komarî ya Erzîromê lêpirsîna derbarê Firatê de bi dawî kir.
Lêpirsîna derbarê Firatê de bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” dihat birêvebirin. Dozgeriyê ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê da.
Dadger cezayê "parvekirina ala Tirkiyê" li Rûşen Firatê birî
Çi bûbû?
Rûşen Firat ji ber parvekirinên xwe yên 10 sal berê yên li ser Facebookê di 26ê Kanûna Pêşiyê de hatibû desteserkirin. Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Xinûsê ceza li Firatê biriye ku divê her roj ala Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve bike û ger parve neke wê were girtin.
Parvekirinên Rûşen Firatê yên bûne mijara lêpirsînê; ji wan yek wêneyê ku li Herêma Kurdîstanê hatiye kişandin e û di wêneyê de ala Revêberiya Xweser jî dixuye. Ya din jî weneya di kongreya HDPyê ya li sala 2016an de li Enqereyê hatiye lidarxistin de hatiye kişandin e. Di wê wêneyê de jî fotografê Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî dixuye.
(HA/AY)