14emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Mêrsînê bi tohmeta ku “heqaret li Serokkomar kiriye” salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş birî.
Danişîna biryarê ya doza pêk hat. Demîrtaş ji ber axaftinên xwe yên di navbera salên 2015-2016an de bi tohmeta ku 'heqaret li serokkomar kiriyê' dihat darizandin.
Demîrtaş beşdarî danişîna dozê nebû û parêzerên wî beşdar bûn. Danişîn li 14emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Mêrsînê pêk hat.
Dadgehê bi hinceta ku Demîrtaş di axaftinên xwe yên li Mêrsîn û Amedê de 'heqaret li serokkomar kiriye' salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî.
Parêzerên Demîrtaş di danişînê de ji bo li dijî nêrîna dozger parastina xwe amade bikin daxwaza demeke zêde kirin.
Dadwer ji ber ku di danişîna berê de dema zêde dabû vê carê daxwaza parêzeran qebûl nekir
Li ser vê yekê parêzeran diyar kir ku mafê parastina adilane hatiye binpêkirin û daxwaza guhertina heyeta dadgehê kir. Dadwer ev daxwaz jî qebûl nekir.
(EMK/AY)
