Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nîkolas Crûz di 14ê Sibata 2018ê li eyaleta Florîdaya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) bi çekan êrişî dibistanekê kiribû û di encamê de 17 kes hatibûn kuştin. Danişîna biryarê duh (2ê Çiriya Paşiyê) pêk hatiye.
Li bersûc Nikolas Cruzku di êrîşa li ser Lîseya Marjory Stoneman Douglas a li Parklandê de 14 jê zarok 17 kes qetil kiribû, cezayê muebetê hatiye birîn.
Di danişîna berê ya ku di 9ê Çiriya Pêşiyê de hatibû kirin de 3 endamên jûriyê ku ji 12 kesan pêk dihat li dijî cezayê îdamê derketibûn û gotibûn ku Cruz "nexweşê derûnî ye". Li gorî qanûnên Florida, biryara cezayê darvekirinê tenê dikare ji hêla jûriyê ve bi yekdengî were dayîn.
Li ser vê yekê, dadwer Elizabeth Scherer, dadgehkirina ku 3 meh in didome bidawî kiriye û ji bersûcê 24 salî Nikolas Cruz cezayê miebeta heta hetayî biriye.
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, di danişîna biryarê de mafê axaftinê girtin û qanûna ku divê heyeta dadgehê bi yekdengî biryara îdamê bide rexne kirin.
Dadger Schererê gotiye, "Ez dizanim ku hûn ê baş bibin ji ber ku hûn yek in," (SD/AY)