Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Îlhan Çomak di sala 2000î de ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve rastî cezayê darvekirinê hatibû û dadgehê ceza veguhestibû cezayê heta heta yê girtîgehê. Piştî biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind, Çomakî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû û dadgehê biryar girtibû ku Çomak “bi rengekî adilane nehatiye dadgehkirin”. Çomak sala 2013ê careke din hatibû dadgehkirin lê dadgehê heman ceza lê birî bû.
Ji ber ku dema desteserkirinê de di bin îşkenceyê de zabitnameyên derbarê wî de hatibûn nivîsandin DMMEyê biryar girtibû ku careke din bê dadgehkirin. Duyemîn car dadgehkirina Çomakî di sala 2013yê de dest pê kiribû û hemû daxwazên ku di dema dadgehkirinê de biryara tehliyeyê derkeve nehatibûn qebûlkirin. Dadgeha Destûrê jî di 28ê Cotmehê ya 2015ê de biryara tehliyeya Çomakî ret kiribû.
Biryara cezayê heta hetayê ya 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo Îlhan Çomakî dabû îro ji hêla 16emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Çomak sala 1973yê li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê ji dayik bûye û 4 pirtûkên wî yên helbestan hene. (ŞA/FD)