Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim, ji 4ê Kanûna Paşiya 2016an ve girtiye. Digel ku 3 meh e cezayê wê qediya ye nayê serbestkirin.
3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di 8ê Sibata 2019an de bi îdiaya "endama rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yildirimê birîbû û paşê di çarçoveya Doza Kobanê de derbarê wê de biryara "zîndanîkirina li malê" hatibû dayîn.
Li gor Qanûna Înfazê; ger Dadgeha Bilind 7 sal û 6 meh cezayê hatiye birîn pesend bike divê Yildirim 5 sal û 7 meh û 16 rojan di girtîgehê de bimîne. 5 sal û 7 meh û 6 rojên Yildirimê 3 meh berê temam bûye, lê hê jî di girtîgehê de ye û hê ji Dadgeha Bilind derbarê dosyeya wê de biryar nedaye.
Azad Yildirim, parêzerê Gulser Yildirimê destnîşan kiriye û gotiye: "Muwekîl tevahiya cezayê xwe temam kiriye û 3 meh in bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de tê girtin. Dadgeha Bilind ji bo daxwaznameya me ya dawî jî guhên xwe girtine û muwekîl bi awayekî bêhiqûqî nayê berdan."
Parêzer Yildirim destnîşan kir ku daraz xwedî helwesteke durû ye û gotiye, di dosyeyên Hîzbullah û Cemaeta Gulenê de salek li girtîgehê wekî "dema maqûl" tê qebûlkirin, lê gava dosye yên parlementerên HDP'î bin pêkanîneke taybet heye û daraz li gor konjuktura siyasî tev digere. Yildirim tiştên diqewimin wekî "xafiliya hiqûqî" nirxand û got: "Cara ewil dibînim ku mirovek înfaza xwe temam kiriye, lê nayê berdan. Lewma em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin."
Her wiha Yildirim destnîşan kiriye ku dê li HSKê giliyê dadgerên Daîreya 3an a Dadgeha Bilind bikin.(RT/AY)