Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Parlamentera HDPê ya Sêrtê Besîme Konca di doza ku girtî dihate darizandin de rastî 2 sal û nîv cezayê girtîgehê hat.
Besîme Konca kî ye?
Besîme Konca di sala 1970yê de li Mereşê hatiye dinê. Ji sala 1993yê heta sala 2004ê, 11 salan di girtîgehê de maye.
Di sala 2014ê de, bi doza KCKyê dîsa hat girtin.
Demekê li Komeleya Kongreya Jinên Azad xebitî. di hilbijartina 2015ê de ji HDPyê wek parlamentera Sêrtê hat hilbijartin.
Çi bibû?
Besîme Konca di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Êlihê de di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de hatibû girtin.
Di 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê de bi sûcê “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar û kirina propagandeya rêxistina terorê” bi awayekî girtî hat darizandin.
Di doza 3ê Gulanê de bi şertê ku nikaribe derkeve derveyî welêt hat berdan, lê dozgeriyê îtiraza xwe li hemberî vê biryarê nîşan da.
3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ev îtiraz nirxand û di 8ê Gulanê de biryara zeftkirina Koncayê da.
Konca di 29ê Gulana 2017ê de li Êlihê hat desteserkirin. Dadgehê biryara girtina Koncayê da.
Parlamenterên Girtî
Li gel Fîgen Yuksekdag a ku mafê parlamenterê û endamtiya partiyê jê hat standin 11 parlamenterên HDPê girtî ne. (YY/FD)
11 Parlamenterên Girtî |
Selahattîn Demîrtaş – Hevserokê HDPê Fîgen Yuksekdag – Hevseroka HDPê (Mafê Parlamenteriya wê û endamtiya HDPê di 21ê Sibata 2017ê de jê hat standin) Idrîs Balûken – Parlamenterê Amedê Selma Irmak – Parlamentera Colemêrgê Gulser Yildirim – Parlamentera Mêrdînê Ferhat Encü – Parlamenterê Şirnexê Abdullah Zeydan – Parlamentera Colemêrgê Ayhan Bîlgen – Parlamenterê Qersê Çaglar Demîrel - Parlamentera Amedê Bûrcû Çelîk – Parlamentera Mûşê Besîme Konca - Parlamentera Sêrtê |