Fotograf: AA
Cewad Zerîf, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê û Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê li Enqereyê civiyane. Her du wezîran piştî kombûna wan civîneke rojnamevaniyê saz kirine.
Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê behsa wan biryarên cezakirinê kiriye ku DYAyê danîne li ser Îranê û gotiye, “Em li dijî sizayên li ser Îranê ne.”
“Geştên asmanî wê dest pê bikin”
Mevlut Çavûşoglûyî herwiha destnîşan kiriye ku ew plandikin geştên asmanî yên bi Îranê re, 1ê Tebaxê dest pê bikin.
Midûriyeta Giştî ya Geştên Asmanî ya Medenî, di 20ê Sibatê de aşkere kiribû ku ji ber şewba Covid-19ê ango koronavirusê wan hemû geştên asmanî yên bi li gel Îranê dane rawestandin.
Çavûşoglûyî derbarê rewşa Libyayê de jî ragihandiye ku ji bo pêkanîna agirbesteke mayînde li Lîbyayê, hevdîtinên wan ên li gel Rûsyayê berdewam dikin.
Cewad Zerîf, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê jî di civînê de diyar kiriye ku wî û Çavûşoglûyî wan pirsên deriyên sînoran, enerjî û geştûgazuriya di navbera her du welatan de gotûbêj kiriye.
“Îran, Rûsya û Tirkiye wê bicivin”
Cewad Zerîfî aşkere kiriye ku lûtkeya Îran, Rûsya û Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyê de di van demên nêzîk dest wê pê bike.
Cewad Zerîfî behsa cezakirinê DYAyê yên li ser Îranê danîne kiriye û gotiye: “Sizayên li ser Îranê ji bo lêdana gelê Îranê ne.” (FD)
*Çavkanî:AA