“Zarok baş in, heyfa zarokan.”
Dema min bi rêya telefonê, xwest li ser her du pirtûkên wî yên vê dawiyê çap bûne, Çetoyê Zêdoyî re bi axivim, ev her du hevok di destpêka axavtina xwe de ji min re got.
Paşê jî bi îdiayekê axavtina xwe berdewam kir: “Ev îdia min e. Ji sedî 99en me, ne ji bo xatirê zaroktiya me bûya, me bi kurmancî nedinivîsand. Ê ku dibêjin wêjeya zarokan ne di bala min de ye, ew bi xwe jî wan hay jê nîne ku pê re eleqedar in.”
Çetoyê Zêdo li gel karê dersdariyê, lêkolînan li ser şanoya kurdî û dîroka wê dike û pirtûkan û şanonameyên him ji bo mezinan him jî ji bo zarokan dinivîsîne.
Nûbiharê her du pirtûkên wî yên nû çap kiriye. Yek ji wan şanonameya bi navê “Daweta Noko û Nîskê” ye, ya din jî çîrokeke ku navê wê “Du legleg/Zozan û Gernas” e.
Çetoyê Zêdo: Berhevkarî ne ji bo zarokan e "Zarok baş in, heyfa zarokan...Zarok kok in. Heke zarok çûn, hemû îdiayên me ji wê ji dest biçin. "Ev îdiaya min e; ji sedî 99en me ne ji xatirê zaroktiya me bûya me bi kurmncî nedinivîsand. Ê ku dibêjin wêjeya zarokan ne di bala min de ye, ew bi xwe jî wan hay jê nîne ku pê re eleqedar in. "Yekîtiya me kurdan di folklorê de ye. Ji bilî folklorê tiştekî din di destên me de nemaye. "Berhevkarî ne ji bo zarokan e. Divê tiştên ku hatine berhevkirin bi şêweyekî din bên hûnandin. Bi awayekî estetîk, pedagojîk û hinên din. Divê weke lîstik werin sazkirin. "Biraziyên min mezin bûn, pêdiviya wan bi lîstikan hebû. Ji bo ez bi wan re bilîzim min ve çêkirin. |
Ji ber çîrokeke folklorîk hatiye hûnandin
Zêdoyî, di “Daweta Noko û Nîskê” de çîrokeke folklorîk a kurdan ji xwe re kiriye bingeh û li ser wê şanonameyek hûnandiye. Ji ber wê ye ku metneke nû derketiye holê.
Dîk ango Dîklan Axayê gelekî ji dawetan hez dike û di dawetan de her gavê sergovendiyê dike, lehengê çîroka “Daweta Noko û Nîskê” ye. Piştî dawetnameya daweta Noko û Nîskê tê ji Dîklan Axayî re, ber bi cihê dawetê ve diçe û bi rê de hin bûyer tên serê wî.
Pirtûk weke du beşan hatiye amadekirin. Di beşê yekem de ev rewş bi forma çîrokê, di beşa duyem de jî weke şanoname hatiye nivîsandin.
Heta jê hatiye pirtûk bi zimanekî zelal nivîsandiye Çeto Zêdoyî, ku ji bo zarok jê fam bikin û pê kêfxweş bibin.
Şanoname li Stenbolê, li Şa Performansê ji hêla kursiyeran ve hatiye lîstin. Di demên pêş de tê plankirin ku dîsa bê lîstin.
Du legleg
Di vê pirtûka duyem a Çetoyê Zêdoyî de leheng du leglegên bi navê Zozan û Gernas e. Zêdo bi vê pirtûkê him jiyana leglegan him jî cih û warên Kurdistanê bi çarokan daye nasîn.
Zozan li Serhedê dê û bavê xwe winda dike. Piştî ku wan winda dike, bi hêviya rojekê dîsa hev bibînin, li Serhedê dest bi alîkariya wan leglegan dike ku ji deverên koçî Serhedê kirine. Gernas jî yek ji wan leglegan e. Gîhayek di nava nikilê Gernasî de dimîne û Zozan wî ji vê rewşê rizgar dike. Piştî wê jî bi hev re dizewicin. Çîrok li ser jiyana van her du leglegan hatiye hûnandin.
Çetoyê Zêdoyî di çîrokê de behsa şivanekî kiriye ku alîkariya leglegan dike. Ev karakterekî rastîn e ku bûye mijara nûçeyan. Şivanê Amedî ji bo ew leglegên ku zerarê ji têlên elektrîkê yên dîrekan dibînin, hêlîn çêkirine û bi vî awayî nûçe li ser wî hatine çêkirin.
Di vê çirokê de Zêdoyi jiyana leglegan û mirovan û têkiliya di navbera wan de nîşan daye. Car caran bi çavekî fantastîk, car caran jî bi awayekî rastîn ev tişt kiriye. Lê car caran yek ji van forman ji nişka ve diqede û ya din dest pê dike ku ev jî ji hêla estetîkê ve weke kêmasiyeke hûnandinê tê xuyakirin.
Pirtûk bi wêne ne
Pirtûk her weha bi wêneyan hatine xemilandin da ku bêhtir bala zarokan bikişîne. Ronî Batteyî wêneyên pirtûkan xêz kiriye.
Çetoyê Zêdoyî wê van pirtûkan weke rêzpirtûk/rêzeşanoname berdewam bike.(FD)