Fotograf: AA
Cesedên 3 kesên din ji Gola Wanê hatine derxistin. Heta niha 36 cesed hatine derxistin.
Di 27ê Hezîranê de kelekeke penaberan li Taxa Altinsaça Gevaşê binav bûbû.
Ji bo derxistina belem û cesedan tîmen cendirmeyan, Midûriyeta Ewlekariyê, Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD), Tîma Rizgarkirinê ya Medîkal a Netewî (UMKE), ekîbîn tenduristiyê, yên Hêzên Deryayî û her wiha tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Binê Avê (SAK) xebatên xwe didomînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê ekîban beriya nîvro cesed dîtibûn, piştî nîvro jî du cesed ji bin avê derxistine.
Bi hersê cesedên ku îro hatin derxistin, hejmara cesedên heta niha ji Gola Wanê hatine derxistin gihîştiye 36an.
Cesed şandine Saziya Tiba Edlî ya Wanê.
Çi bûbû?
Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûbû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandibû û diyar kiribû ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Walîtiyê destnîşan kiribû ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne. (FD)