Fotograf: AA
Li Wanê di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinan de cesedên du penaberên din ji Gola Wanê hatine derxistin.
Tevlî vê hejmarê heta niha cesedên 11 penaberan derketiye.
Bixwîne - Piştî ku kelekeke penaberan li Gola Wanê binav bûye, 11 kes hatine desteserkiin
Di 27ê Hezîranê de piştî ku zanyariya binavbûna kelekeke penaberan gihîştibû ber destê hêzên asayişê, xebatên lêgerînê dest pê kiribûn.
Ji bo dîtina keleka ku li Gola Wanê binav bûbû, tîmên rizgarkirinê vê serê sibehê dîsa dest bi xebatan kirine.
Li gel tîmên cendirmeyan, Midûriyeta Emniyetê, Serokatiya Beşa Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD), Tîma Rizgarkirinê ya Medîkal a Netewî (UMKE) û yên tenduristiyê xebatên lêgerînê didomînin.
Her weha tîmeke ji Hêzên Deryayî yên Artêşa Tirkan jî bi cihazên kişandina dîmenên binê avê (ROW) tevlî xebatan dibe. Tîm bi 4 cihazên sonar û 4 jî yên ROW xebatên xwe didomînin.
Hat ragihandin, ji ber şertên neyênî yên hewayê rûyê golê şêlû ye û lewma jî cihaz dîmenên zelal nikarin bikişînin.
Heta niha cesedên 11 penaberan dîtine
Di xebatan da ji duh (5ê Hezîrana 2020an) tîmên rizgarkirinê cesedên 2 penaberên din jî dîtine. Heta niha bi tevahî cesedên 11 penaberan hatine dîtin, lê kelek hê jî nehatiye dîtin.
Çi bûbû?
Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûbû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandibû û diyar kiribû ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Walîtiyê destnîşan kiribû ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne.
Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Navxweyî ber destê sibehê çûbû Wanê û li Balafirgeha Ferît Melenî bi rojnamegeran re axivî bûbû.
Soylûyî gotibû 28ê Hezîranê di saet 18.00an da mixtarekî zanyarî daye hêzên asayişê ku li Gola Wanê kelekek binav bûye.
Soylu diyar kiribû ku ji ber keleka li Behra Wanê binav bûye tevî Medenî Akbaşî 11 kes hatine desteserkirin û gotibu ku mixtarê gund jî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. (FD)