Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Termê zarokê malbateke karkerên çandiniya demsali ya piştî ku hatibû ragihandin li navçeya Alaca ya Çorûmê winda bûye, di çala avê ya înşaeta îsaleyê de hatiye dîtin.
Malbata Kubacik a karkerê çandiniyê yê demsalî yê ji bo bixebite ji Rihayê çûye Çorumê piştî ku ragihandiye ew ji kurê xwe Alî Kubacikê 13 salî agahî nastîne li herêmê xebatên lêgerînê hatibû destpêkirin.
Dema li xebatên lêgerîna demdirêj encam nehatiye stendin ji bo ku xebatên lêgerînê li çalên avê yê înşaeta îsaleyê were kirin, alîkarî ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Karesatan û Lezgîn (AFAD) hatiye xwestin.
Avjenên AFADê di saetên şevê de ketine çala avê ya kûrahîya wê 3 metre ye. 6 saet piştî ragihandina windabûnê terme zarokî hatiye dîtin.
Termê zarokî ji bo Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê hatiye şandin.(AÖ/AY)