Çepnî: “Li Dersimê Destûra Bingehîn tê binpêkirin”
![Çepnî: “Li Dersimê Destûra Bingehîn tê binpêkirin”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/200/571/original/Murat_Çepni_Basın_Toplantısı_7-09-2018.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Mûrat Çepnî Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPyê û Parlamenterê Îzmîrê, derbarê şewata daristanên li Dêrsimê de li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) civîneke çapemeniyê çêkiriye.
Çepniyî gotiye ku şewata li daristanan dibe sedema xebatên madenvaniyê û ji bo vî karî tên derxistin. Herweha diyar kiriye ku şer û rant mil bi mil bi hev re dimeşin.
Mûrat Çepniyî destnîşan kiriye ku li gorî Destûra Bingehîn a heyî divê daristan bên parastin, berfirehkirin û ji bo parastinê divê tedbîr bê standin. Parlamenterê HDPyê ji bo agirê ku bi daristanê Dêrsimê ketiye gotiye “Li Dêrsimê Destûra Bingehîn tê binpêkirin.”
Çepnî diyar kiriye ku di navbera 16 û 23yê Tîrmehê de li 33 bajaran zêdetirî 90 caran agir bi daristanan ketiye, lê medya û destdhilatdariyê hin ji van ji nedîtî ve hatiye. (HA/FD)