Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li bakurê Sûriyê bi helîkopterekê operasyoneke taybet li dijî DAIŞê pêk anîne.
CENTCOMê ragihand ku Ebû Xelîl El-Fedanî, efserê operasyon û asankariyê yê DAIŞê li Sûriyê, di operasyona roja Şemiya 23ê Îlonê de hatiye girtin. Hat diyarkirin ku têkiliyên El-Fed'anî bi beşên DAIŞê yên li herêmê re hene.
Berdevk Garlock: Em bi biryar in ku DAIŞ têk bibin
Berdevkê CENTCOMê Albay Troy Garlock got, "Girtina berpirsên DAIŞê yên mîna El-Fed'anî şiyana me ya peydakirin, armanckirin û derxistina terorîstan ji qada şer zêde dike. CENTCOM ji bo têkbirina daîmî ya DAIŞê bi biryar e."
Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de ti ziyan negihiştiye sivîlan.
(NT/AY)