Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnertiya Sekreteriya Giştî ya NYyê dîroka 6emîn Hevdîtinên Aştiyê yên Sûriyeyê li Cenêvê aşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Nûnertiyê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra wê aliyên Sûrî di 16ê Gulanê de li Cenêvê kom bike.
Civîn wê di çarçoveya biryara hejmar 2254ê ya Konseya Ewlekariyê ya NYyê de çêbibe. Biryar ji hêla Konseyê di 18ê Berfanbara 2015ê de bi pirdengiyê hatibû qebûlkirin û bang dikir ku li Sûriyeyê agirbesteke bilez lidar bikeve û li welêt çareseriya siyasî ava bibe. Bangewazî ji bo hemû aliyên li Sûriyeyê hatibû kirin lê DAIŞ û El Nusra ya ku NYyê ew “terorîst” qebûl dikin ji derveyî vê bangewaziyê hatibûn hiştin.
Di bangewaziya ji bo Cenêv 6ê de hat diyarkirin ku Mîstûra xwestiya ji bo beşdariya jinê divê biisrar bin. Lê derbarê aliyên ku hatine vexwendin û wê gotûbêj çiqas berdewam bike de ti agahî nehatiye belavkirin. (HK/FD)