Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serfermandariya Izmîrê ya Cendirmeyan li dijî wan kesên “pesnê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) dayîn” operasyonek pêk anîye û 7 kes desteser kirine.
Operasyon li heft malan hatiye kirin û di operasyonan de A.B., A.Ö., N.A., H.K., R.Ç., M.G. û H.S hatine desteserkirin.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Cendirmeyan li wan malên operasyon kirîn dest danîne ser hin defter, rojname û cilikan.
Di 26ê Sibatê de Wezareta Karên Navxweyî eşkere kiribû ku di 19-26ê Sibatê de li hemiya Tirkiyeyê 1161 operasyon hatine kirin. Li ser hev 4 hezar û 921 kes hatine desteserkirin.
(AS/MB)
Wêne: Kadir Özen – Izmîr / DHA