Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, rojnamevan, nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4ê Çiriya Pêşiyê de li bajarê Silêmaniya Herêma Federal a Kurdistanê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin.
Li bende bûn ku cenazeyê Akarselê saet di 16.00an de bê Enqereyê û piştre jî li gundê Golyazi yê Cîhanbeylî ya Konyayê bê definkirin. Lê belê ji ber prosedurên li Balafirgeha Hewlêrê, cenazeyê Akarselê bi balafirê nehatiye şandin.
Malbata Akarselê ev hefteyeke li gundê Golyazi yê Cîhanbeylî ya Konyayê şîn daniye û sersaxiyan qebûl dike.
Duh jî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma kurtulan û Mahmût Togrûl çûn sersaxiya malbatê û bi şev li wir man. Her wiha hevalên Akarselê ên di Kovara Jineolojiyê de dixebitin jî çûn sersaxiya malbatê. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, endamên Platforma Rojanemegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGKP) û gelek rojnameger ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Akarsel çûne gundê wê.
Ji ber hatin û çûnên şînê, cendirmeyan gefa “wê dirûşm neyên berzkirin, em ê tiliyên kesên nîşaneya serkeftinê dikin bişikînin, bi bêdengî binax bikin, heke tiştek bibe em ê gund bişewitînin û dê we ji vir derxînin” li malbata Akarselê xwariye.
Tevî malbatê, komeke polîsên sivîl û cendirmeyan ku ji 10-15 wesayîtan pêk tê, li gundê Golyaziyê ketin malên şêniyên gund û gef lê xwarine ku tev li sersaxiyê nebin.
Rojnamegerên ku ji cihê şînê derketine, di ketina gund de ji hêla cendirmeyan ve hatin sekinandin û birine qereqolê. Li qereqolê pirsa “hûn çima hatine” ji rojnamegeran hatiye kirin.
Cenazeyê Nagihan Akarselê, li Hewlêrê bi wesayîtê ber bi Silopiyayê ve ketiye rê.
Derbarê Nagihan Akarselê de
Rojnameger, lêkolîner, nivîskar. Li Canbegiya Konyayê ji dayik bûye. Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Gaziyê qedandiye. Paşê li Beşa Xebatên Jinan a Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê salekê master kiriye. Endama International Federation Of Journalist (IFJ), Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê weke nûçegihan û edîtor xebitiye. Li rojnameya Ozgur Gundem û ya Gunlukê quncik nivîsandiye. Li rojnameya Yeni Ozgur Politikayê hîna jhi quncikan dinivîsîne. Di avakirina kovara Ozgur Kadinê de cih girtiye. Di kovarên Demokratîk Modernîte û Jîneolojiyê de nivîsên wê hatine weşandin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ye. Di bin banê Akademiya Jineolojiyê de lêkolînên xwe dewam dike.
(RT/AY)