Berxwedana jîngehparêzan û gundiyên İkizkoyuyê ya li dijî darbirîna li Daristana Akbelenê di roja 9an de dewam dike. Daristana Akbelenê li Mîlasê, navçeya Mûglayê ye û li wir ji bo vekirina kana komirê kar û xebat dest pê kirine.
Çalakvanan duh destwerdan li karûbarên birîna daran kiribû û ji ber wê jî îro saet di 6 û nîvê sere sibê de cendermeyan cihê çalakvanan dorpêç kir. Weke di 29ê Tîrmehê de kirin, vê sibê jî jammer anîn da ku nehêlin înternet û telefon bikişînin. Ji serê sibehê û heta niha daran dibirin û wan dikin qurm. Nahêlin çalakvan bikevin qada berxwedanê.
Parêzerê doza Akbelenê Îsmaîl Hakki Atalî daxuyaniyek da û got ku leşker hêzeke bêpîvan bi kar tînin û gaza rondikrêj dibarînin. Wan ji ber vê rewşê giliyê cendermeyan li ba Walîtiyê kiriye. Atalî destnîşan kir ku wan ji cendermeyan gotiye ev ferman ne hiqûqî ye û mafê wan heye ew li dijî wê derkevin.
Atalî bibîr xist ku şîrketa bi navê Lîmakê Camp Nou Stada Barselonayê nû dike û bang li çapemeniya navnetewî kir.
Ji saetên sibehê û heta niha li qadê înternet nakişîne.
Şaredarê Bodrûmê Ahmet Aras jî ji bo piştgiriyê li qadê ye.
Saet di 13.00ê de jî jîngehparêz Melîs Tantanê daxuyaniyek da û bal kişand li ser jammeran û got ku mafê wan ê ragihandinê tê binpêkirin.
Çi bûbû?
Şêniyên gund ji sala 2019an vir ve li dijî kana komirê ya YK Energy ya li Daristana Akbelenê têdikoşin.
Dema pêvajoya dozê dewam dikir, di 24ê Tîrmehê danê sibê de ekîbên cenerme şandin herêmê û birîna daran dest pê kir. Berxwedêrên İkizkoyê yên ku li herêmê dest bi çalakiyê kirin. Cendermeyan bi gaza rondikrêj û copan êrîşî wan kirin û ew desteser kirin.
Di 28ê Tîrmehê Dadgeha 1em a Rêvebiriyê ya Muğlayê cara sêyem serlêdana rawestandina birîna darên Daristana Akbelen red kir. (DS/AÖ/FD)