Fotograf: Diyar Saraçoğlu
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berxwedana jîngehparêz û gundiyên İkizköyüyê a li Daristana Akbelenê di roja 12an de dewam dike.
Li Mîlasê, navçeya Mûglayê, jîngehparêz û gundiyên İkizköyüyê li dijî çêkirina kana madenan û birîna daran a ji bo vî karî, li ber xwe didin.
Jiyana rojane bi serdanan re êdî di rewşeke asayî de ye.
Çalakvan xebatên leşkeran û xebatkarên şîrketê ji nêz ve dişopînin. Li hêlekê hewl didin ku nehêlin darên nû bên birîn, li hêlekê jî hewldanên hiqûqî berdewam dikin.
Cendermeyan rê neda ku jîngehparêz tankêra avê bibin qada çalakiyê ku tankêr bi traktorê anîn û av ji bo pêdiviyên wan ên rojane ye. Her weha dîsa bi jammerê sînyalen telefon û înternetê qut dikin.
Gotina ku rewşa li Akbelenê penase dike, qirkirina ekolojiye ye.
Çalakvanan li cihê çalakiyê tabelaya “Cihê Sûc ê Qirkirina Ekolojiyê” daliqandiye ku roja şemiyê dar li wir hatibûn birîn, cendermeyan derdora wê bi bariyaran dorpêç kiribû.
Gundî û çalakvanên ji bo Akbelenê li ber xwe didin, piştgiriya xwe ji bo kesên li Dîkmece û Cûdiyê li ber xwe didin nîşan dan.
Qirkirina daristanê ya ji bo YK Enerjiyê hatiye destpêkirin, di bin çavdêriya leşkeran de dewam dike. Darên tên birîn dibin qurm û ev kar ji serê sibê heta roj diçe ava dewam dike.
Piştî ku dar tên birîn û wan dikin qurm, wî cihî dûz dikin û ji bo kanayê amade dikin.
Dema roj diçe ava xwarin tên xwarin û ji bo roja nû amadekarî tê kirin.
(DS/Mİ/FD)