Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cendermeyan destur nedane karkerên madenê ku Şîrketa Madenvaniyê ya Uyarê pereyên wan nedaye wan û ji bo vê jî ber bi Enqereyê dest bi meşeke protestoyî kiribûn. Cendermeyan li Kırkagaçê pêşiya karkeran girtine û midaxale li wan kiriye.
Karker piştî erdheja Îzmîrê navber dabûn çalakiya xwe û tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûbûn. Piştî van xebatan, karker vegeriyane Kirkagaçê û aşkere kirine ku ew ê meşa xwe dewam bikin.
Canan Kaftancioglû Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê serdana karkeran kiribû.
GİTMİYORUZ, BURADAYIZ!
— Bağımsız Maden İş (@bagimsizmadenis) November 4, 2020
Engeli aştık, yolu kestik. Sürüklendik, darp edildik ama buradayız, gitmiyoruz.#MadenciyleYürü#HakkınıVerMadencinin pic.twitter.com/cYPd5IAotj
Piştî vê serdanê karkeran xwestiye bimeşin lê cendermeyan rê li ber wan girtine. Cenermeyan midaxele li wan kiriye û di vê esnayê de karkerek birîndar bûye. (HA/FD)