Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
24ê Kanûna Paşiyê(meha yekem) “Roja Parêzerên Di Metirsîyê De” ye. Rêxistinên navneteweyî yên parastina hiqûqî îsal “Roja Parêzerên Di Metirsîyê De” dîyarî parêzerên Tirkiyeyê kiribû. Wekîlê CHPyî(Partiya Komarê ya Gelî), Sezgin Tanrikuluyî ji meclîsa Tirkiyeyê pirsiye: “Çend parêzer ji ber parastinê di girtîgehan de ne?”
Saziyên ku roja navborî diyarî parêzerên Tirkiyeyê kirîn ev in: Yekîtîya Parêzerên Demokrat ên Ewropayê, Enstîtûya Mafên Mirovan a Baroya Ewropayê, Yekîtîya Parêzerên Ewropayê ya Ji bo Maf û Demokrasîyê.
Pirsên ku Tanrikuluyî ji wezîrê dadê, Abdulhamid Gulî kirîn ev in:
*Li welatê me çend parêzer girtî ne? Ew parêzer ji kîjan baroyan in?
*Parêzer ji ber çi hatine girtin?
*Ji bo çend parêzeran hikm/biryar hatiye dayin?
*Çend parêzer li derveyî girtîgehê têne dadkirin?
Ji 24ê Kanûna Paşiyê ya 1977ê pê ve “Roja Parêzerên Di Metirsîyê De” tê yadkirin. wê rojê li Madrîdê çar parêzerên karkeran hatibû kuştin, her sal ew roj tê yadkirin.
(AS/MB)