Piştî konsera Koma Amed a li Amedê ku piştî 30 salî berê xwe dan welat, dilê me têr û tije bû, di hîs û gotinên me gelekan de hin xweziyên wek “Ka rojek heye ku Ciwan Haco jî li heman qada Newrozê konserteke li ber mîlyonan bide” di dil û mejiyê me de derbas bû.
Hê ez bi van xweziya min dît ku li Duhok, Zaxo û Çiyayê Korek wê Ciwan Haco sê rojan ser hevdû konsertan bide.
Roja piştî konsera Amed ji Amedê ber bi Zaxoyê ve ez bi hin hevalên xwe re ji bo wê xewn û xeyala xwe û ya hemû kurdan, derketim rê. Piştî rêwitî û westandina 6 saetan em gihaştin Zaxoyê û em hatin qada bi navê Pira Delalê a ku dê konsert lê bibe.
Bi rastî jî ew hesret, evîn û xewn û xeyalên me yê ku em rojekê biçin dengê Ciwan Haco gohdar bikin keleceniyek bi serê xwe ava dikir.
Lê dema min qada vala ya li Pira Delal dît, fam kir ku hestên Bakûriyan li hember Ciwan Haco pir û pir û pir mezintir in. Ji ber ku konsera li Duhokê jî bi heman awayî derbas bûbû û zêde tu kes tevlê nebûbû. Ji kesên hatî tevlê konserê bûyî bi taybetî ji bajarên Bakur ên wek Silopya, Nisêbîn, Qoser, Batman, Amed û Colemêrgê bûn.
Ji serê konserê heya dawiya wê ciwanên ji Bakûr sitranên Ciwan Haco hemû jiberkirî pê re xwendin.
Hin ciwanan Nisêbînê jî di navbera xwe de digotin “Ciwan Haco ne layiqî vê konserta wek organizasyona dawetan bû.” Lê bêguman pir kelecanî jî bûn.
Wek gotina dawî her çiqas ku Ciwan Haco wek temen hatibe 68 salî jî deng û kelecana wî ya dema sitrandinê wek salên wî yên destpêkê bû. Em bi wê hêviyê ne ku hê coşa wî heyî di Newroza sala 2026an de li Amedê jî dewam bike.





