Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wekîlê Dîlokê yê ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) pirsnameyek da Meclîsa Tirkiyeyê û pirsî gelo çend endamên DAIŞê li Tirkiyeyê hatine berdan û ew dîsa beşdarî DAIŞê bûne?
Togrûlî behsa endamên DAIŞê yên lêpirsîneka baş ji bo wan nehatiye kirin û ew serbest hatine berdan kir.
Togrûlî got:
“Dema Neil Christopher Prakash li Kilîsê hat girtin wî da zanîn ku ew naxwaze li welatê xwe bê vegerandin wî xwest li Tirkiyeyê bê dadkirin.
“Mohammed Khaled Hawaslı, Ahmad Darviş, Ali Alibrahem, Ehab Haidar, Omran Alibrahem, Zafer Alshal, Zekeriya Derviş, Erkan Çapkın, Burhan Gök, Ahmet Güneş, Ökkeş Durmaz û Mustafa Delibaşla bi endambûn an jî birêvebirîya DAIŞê têne sûcdarkirin.
“Hinek ji bersûcan bi sûcê êrîşa bi bombeyan, hinek bi endambûn an jî birêvebiriya DAIŞê mhatine dadkirin. Lê hemî hatine tehlîyekirin.
Togrûlî bi pirsnameyê pirsî:
“Gelo ji êrîşa di sala 2015ê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê hatî kirin heta niho çend endamên DAIŞê li Tirkiyeyê hatine desteserkirin, çend ji wan hatine girtin. Gelo çend kesên hatîn girtin paşê bi biryara dadgehan hatine berdan.”(AS/MB)