Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dezgehên zimanî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji ber nexweşiyê îsal wê bernameyên xwe bi awayê online pêk bînin. Va ye hinek bernameyên ku wê ji bo Roja Zimanê Kurdî li dar bikevin.
Çalakiyên Tora Zimanî
13ê Gulanê:
Saet 15.00
Konser: Ma Muzîk.
Ma Muzîk ku li Amedê xebatên xwe yên muzîkê didomîne li ser înternetê wê ji bo pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî konsertekê bide.
Bername dê ji ser hesabê instagramê yê Ma Muzîkê bê pêşkêş kirin.
Heyecan û kêfxweşîya Cejna Zimanê Kurdî bi bername û çalakîyên cur bi cur di ser medyaya civakî ra dibin mêvanên mala we. Cejna Zimanê Kurdî pîroz be! pic.twitter.com/HC5bK5qRIt
— Tora Ziman û Çanda Kurdî (@torazimanucand) May 12, 2020
Saet: 21.00
Heman rojê bernameyek bi navê "Jiyan û Berhemên Baba Tahirî" wê li dar bikeve. Bername ji aliyê Samî Tanî ve dê bê bi rê ve birin û Prof.Dr.Kadir Yildirim dê biaxive.
Ev bername dê li ser hesabê instagramê yê TZÇKurdî bê weşandin.
14ê Gulanê:
Saet 21.00
“Jin û Ziman”
Axaftvan: Netîce Altun, Ayşe Gokhan, Moderator: Devrim Demir
Li ser hesabê instagramê yê Roza Kadin Dernegî dê weşanê bikin.
Saet: 21.30
Gotûbêj: Zaravayên Kurdî
Axaftvan: Jîyan Cehanferd, Moderator: Evîn Durre
Li ser hesabê Enstîtuya Kurdî dê weşan bê kirin.
15ê Gulanê:
Saet: 14.00
Bername: Di Cejna Zimanê Kurdî de Ziman, Çand û Tifaqa Kurdan
Axaftvan: Sînemxan Bedirxan, Ferda Cemîloglu, Kendal Nezan, Zana Farqînî, moderator Cevahîr Sadak
Bername dê li ser televîzyonên kurdî bê weşandin.
Saet: 21.00
Gotûbêj: Folklor, Ziman û Zargotin
Axaftvan: Prof. Dr. Celîlê Celîl, moderator Zeynep Yaş
Bername dê li ser hesabê instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê bê nîşandan.
16ê Gulanê:
Saet: 16.30
Gotûbêj: Awanbîyayîşê Vateyî Seba Kirmanckî, Rol û Muhîmîya Vate
Axaftvan: Îhsan Espan, Moderator Denîz Gunduz.
Bername dê li ser hesabê instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê bê weşandin.
Saet: 21.00
Gotûbêj: Rewşa Ziman li Rojhilatê Kurdistanê
Axaftvan: Prof. Dr. Abbas Welî, moderator Mîkaîl Bilbil
Bername dê ji ser instagrama Weqfa Mezopotamyayê re bê pêşkêş kirin.
17 GULAN
Saet: 21.00
Gotûbêj: Weşangeriya Ji Bo Zarokan û Nûciwanan
Axaftvan: Ulku Bîngol, Mem Bawer, moderator Bawer Berşev
Bername dê li ser hesabê TZÇKurdî bê pêşkêş kirin.
Saet: 22.00
Gotûbêj: Ziman û Perwerdehî li Başûrê Kurdistanê
Axaftvan: Prof. Dr. Evdilwehab Xalid Mûsa, moderator Mîkaîl Bilbil
Bername dê li ser instagrama Weqfa Mezopotamyayê bê pêşkêş kirin.
Bernameya du komeleyan
Du komele, Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê bi hev re bernameyekê wê saz bikin. Nivîskar Ramazan Kaya wê moderatoriya bernameyêbike û Serokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyup Guven dê li ser 'Ziman çi ye", zimanzan Bahadîn Robar li ser 'Dîroka zimanê kurdî', dengbêj Aytenxan li ser "Dengbêjî û ziman', Hevseroka Komeya Wêjekarên Kurd, Sultan Yaray li ser 'Wêje û ziman', helbestvan Nucan Delîl û Ciwan Serhedyan jî dê li ser helbestên biaxivin. Bername wê 15ê Gulanê li ser hesabê Facebookê yê HDPya Mehsertê were weşandin.
Filmê "Kurt û Kurmancî" wê were nîşandan
Saziya bi navê Jiyan, Bîr û Azadî (Yaşam Bellek Özgürlük) roja 15ê Gulanê wê filmê bi navê “Kurt û Kurmancî” li ser hesabê xwe yê Youtubê nîşan bide. Filmî behsa peywendiya xortekî kurd ê li Eskîşehîrê û zimanê dayikê û nasnameya wî dike. Derhênerê filmî Şahîn Kayaalp e. (FD)
* Çavkanî: diyarname