* Ev nûçe li "Kargeha Rojnamegeriya Mafên Penaberan" hatiye nivîsandin û li ser Platforma Ragihandinê ya Atolye BIAyê atolyebia.org-ê hatiye weşandin.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora sala 2021ê ya Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) par di dema karkirinê de 94 karkerên penaber/koçber mirine. 42 ji wan sûriyeyî, 17 jê afganistanî, 35 jî somalî, rûsî, tirkmenistanî, gurcistanî, azerbaycanî, moldovayî, ûgandayî û ji koreya başûr bûn. Li gorî daneyên heman saziyê, di pênc mehên destpêkê yên vê salê jî 38 karkerên penaber mirine.
Piştî ku karker dimirin dozger pisporan erkdar dikin da ku lêkolînê bikin. Pisporê tenduristiya karkeran û ewheliya karî Zafer Guzey jî yek ji wan kesan e. Wî diyar kir ku hin karsaz ji bo peywendî di navbera mirina karkerên penaber/koçberan û cihên kar de neyê peydakirin, cenazeyên karkeran diavêjin zibilxaneyan, daristanan an jî kêleka rêyan.
Guzeyî got ku karkerên penaber/koçber piranî neqanûnî kar dikin, karsaz bi vî rengî qezenca xwe zêde dikin û karkerên di dema karkirinê de dimirin, ji bo wan weke tiştan in.
"Karsaz penaberan ji wir direvînin"
Zafer Guzeyî destnîşan kir ku piştî qezayekê, karsaz beriya dozger werin cihê kar, penaberên birîndar ji wir direvînin û kesên bûne şahid jî ji ber tirsa dersînorkirinê yan jî hin sedemên din zanyariyan nadin rayedaran.
"Şandina cenezayên wan gelekî zehmet e"
Avakara Hewldana Sendîkaya Penaberan a bi ser UMUT-SENê ve girêdayî Bûrcû Çinarê jî behsa pêvajoya şandina cenazeyan ji bo welatên wan kir: "Şandina cenazeyê penaberekî/e afganî gelekî dirêj û gelek pere lê diçe. Derfeta malbatên karkerê/a mirî nîne ku hezar dolaran bidin. Ji xwe ne mimkun e ku mirov bikaribe xwe bigihîne malbatên penaberên nefermî. Car caran karker di nava xwe de pereyan kom dikin û cenazeyan dişînin. Lê her demê ev ne mimkun e."
"Wan li goristanên bêkesan binax dikin"
Endamê avakar ê Platforma Mafên Penaberan û çalakgerê penaber Taha Algaziyî jî got ku li Tirkiyeyê karkeriya bihayê wê hindik polîtîkayeke weşartî ye. Algaziyî destnîşan kir ku statuya sûriyeyiyên fermî bi navê "parastina demkî" hatiye penasekirin û li gorî vê statuyê dikarin fermî kar bikin lê ew neçar dimînin nefermî kar bikin: "Penaberên sûriyeyî dema li cihê kar qezayê dikin, karsaz pirê caran hinek pereyan didin wan û wan bêdeng dikin an jî bi gefxwarinê wan bêdeng dikin."
Algaziyî behsa binaxkirina karkerên penaber jî kir: "Beriya niha bi du salan, karkerekî sûriyeyî, li firineke nan, di dema karkirinê de mir. Du sal in doza ku ji bo wî hatiye vekirin, birêve diçe. Karsazî ti tazmînat nedaye malbata karkerî."
Algaziyî got ku karkerên sûriyeyî yên fermî yan jî nefermî, ji bo binaxkirinê ji sînor derbas dikin û wan dişînin welatên wan lê bi taybet şandina cenazeyên karkerên penaber ên afganistanî gelekî zehmet e û piraniya caran wan li goristanên bêkesan ên mîna Kîlyos û Sîlîvriyê vedişêrin."
(ED/HG/SO/NÖ/FD)