Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cenazeyê Xatûn Tûglûk dayika Alîkara Hevserokên HDPyê Aysel Tûglûkê îro li Goristana Dêrsimê wê saet 13.00ê bê binaxkirin.
Di daxuyaniya HDPyê de hat aşkerekirin ku wê saet 13.00ê li Cemxaneya Dêrsimê rêûresmek birêve biçe û piştî wê jî dê Xatûn Tûglûk bê binaxkirin.
Cenazeyê Xatûn Tûglûkê duh bişev di saetên şevê de birin Dêrsimê ku di 78 saliya xwe de li Enqereyê koça dawî kiribû.
Alîkarê Serokwezîr: Bûyereke kirêt e
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdagî êrîşa li ser cenazeyê Xatûn Tûglûkê êrîşeke “kirêt” binav kir.
Bozdag beşdarî Maseya Edîtor a Ajansa Anadoluyê (AA) bû û wiha axivî:
“Di serî de ez rehmeta Xwedê li rehmetiyê dikim. Ne mimkun e ku ev bûyer bê qebûlkirin. Tevgereke ku ne li gorî ola me û kevneşopiyên me ye. Ne mimkun e ku em qebûl bikin. Komeke ji 20-25 kesan pêk hatiye ev tişt kiriye. Polîsên me wan ji ciyê bûyerê dûr dixînin.
Bozdgaî her wiha got ku malbatê bixwe dest ji binaxkirinê berda ye û ew ê rêzê ji biryara malbatê re bigirin:
“Wê rêz ji bo biryara malbatê bê nîşandan”
"Cenaze ne ji hêla 20-25 kesên ku xwe nenas ve hatiye derxistin. Ne ku ji bo ez wan biparêzim vî tiştî dibêjim lê weke ku dixwazin vê fikre di nava raya giştî de belav bikin. Ji bo xeletiya vî tiştî ez vê bi taybetî tînim ziman. Lewre heke ku tiştekî wisa li wê bikirana wê bibe kirêtî û nerêzdariyeke mezintir. Ew ê bibe sûcekî mezin.
“Vekolînê destpê kir”
“Ez vê êrîşê şermezar dikim û êrîşkaran şermezar dikim. Derbarê wan kesan de vekolîn destpê kiriye ku ew kirêtî kirine. Ew ê li ber dadgehê hesabên kiryarên xwe bidin”.
Piştî ku bûyer çêbû gelek parlamenterên HDPyê, hunermend, akademisyen, rojnameger, nivîskar û CHPyî û AKPiyan bertek nîşan dan. (EKN/HK/FD)