Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Cîgirê Serokê Meclisê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Roja yekşem saet 11:00an dê li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) çalakiyek bibîranînê were lidarxistin.
Piştî nimêja esrê dê li Mizgefta Şîşliyê nimêja cenaze were kirin. Piştre cenaze dê li Goristana Zincirlikuyê ya Stenbolê were veşartin.
Sersaxî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê tê qebûlkirin.
(Mİ/AY)