Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, rojnamevan, nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4ê Çiriya Pêşiyê de li bajarê Silêmaniya Herêma Federal a Kurdistanê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin. Cenazeya Akarselê gihiştiye Konyayê.
Anîna cenazeyê Akarselê bi balafirê hatibû astengkirin. Her weha duh (12ê Çiriya Pêşiyê) bi wesayîtê anîne Tirkiyeyê.
Cenazeyê Akarselê ku danê sibehê gihiştiye Konyayê ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî.
Gundê Golyazî yê navçeya Cîhanbeyliyê ku mala malbata Akarselê lê wir dijî, ji ber cenazeyê hatiye dorpêçkirin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryaki, Dilşad Canbaz, Fatma Kurtalan û Abdullah Koç ji bo beşdarî merasîma cenaze bibin çûne Konyayê.
Parlamenter Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ruştu Tiryakî ji bianetê re axivîn û diyar kirin ku ji Enqereyê heta ketina Konyayê hemû wesayît hatine rawestandin û kontrola nasname û GBTê hatiye kirin.
“Em di heft xalên lêgerînê de derbas bûn”
Acar-Basaran, destnîşan kiriye ku ew bi 7 xalên lêgerînê de derbasbûne û xwe gihandine gund û wiha gotiye: "Nagihan weke akademîsyen û rojnameger di xebatên jinan de kedeke wê ya mezin heye. Kesên ku dixwazin tevlî merasîma cenazeyê kesekî naskirî bibin nikarin bikeve gund.
Mehmet Ruştu Tîryakî jî diyar kir ku kolana ku mala Akarselê lê ye bi bariyeran hatiye girtin. Tiryakî diyar kiriye ku derdora goristanê jî hatiye dorpêçkirin û bi bariyeran hatiye girtin.
Her wiha Tiryakî anîye ziman ku kesên ji bo tevlî merasîma cenaze bibin li ber ketina gund hatine rawestandin.
Derbarê Nagihan Akarselê de
Rojnameger, lêkolîner, nivîskar. Li Canbegiya Konyayê ji dayik bûye. Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Gaziyê qedandiye. Paşê li Beşa Xebatên Jinan a Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê salekê master kiriye. Endama International Federation Of Journalist (IFJ), Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê weke nûçegihan û edîtor xebitiye. Li rojnameya Ozgur Gundem û ya Gunlukê quncik nivîsandiye. Li rojnameya Yeni Ozgur Politikayê hîna jhi quncikan dinivîsîne. Di avakirina kovara Ozgur Kadinê de cih girtiye. Di kovarên Demokratîk Modernîte û Jîneolojiyê de nivîsên wê hatine weşandin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ye. Di bin banê Akademiya Jineolojiyê de lêkolînên xwe dewam dike.
(RT/AY)