Fotograf: Jinnews
Mahsûn Aslanê PKKyî di Hezîrana 2018an de li Dersimê di bombeberana Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) de can dabû. Malbata wî 3 sal berê ji bo diyarkirina nasnameya wî serî li saziyên fermî dabû. Ji bo DNAyê nimûne dabûn. Encama DNAyê mehek berê aşkere bûye.
Piştî encam aşkere bûye, malbat ji bo cenazeyê kurê xwe wergire serî li dozgeriyê daye. Rayedaran ji malbatê re gotiye, ew ê cenazeyî bişînin.
Li gor nûçeya Jinnewsê, Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê di 2yê Tebaxê de telefonî malbatê kiriye û ji wan xwestiye ku biçin midûriyetê û cenazeyê xwe bibin. Malbat çûye Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê û li wir hîn dibe ku cenaze bi kargoyê hatiye şandin.
Her wiha li midûriyeta polîsan dewsa tiliyên hemû endamên malbatê tomar kirine. Malbatê piştî cenaze wergirtiye, xwestiye tevî pakêtê cenazeyî kefen bike û veşêre. Emniyetê ji malbatê re gotiye, divê haya kesî ji cenazeyî tune be.
Malbatê cenaze di 2yê Tebaxê de li Taxa Yayvantepe ya Erxeniyê spartiye axê.
Di 10ê Nîsana 2020î de cenazeyê Agît Îpek ê PKKyî jî bi kargoyê şandibûn ji malbata wî re. Agît Îpek di 23yê Gulana 2017an de li Girê Xelasor ê Dersimê di şer de can dabû. (FD)