Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sibê hestiyên kurê Kemal Gun ê 70 salî wê radestî wî bikin ku ji bo hestiyên kurê xwe werbigre 90 roj in di greva birçîbûnê de bû.
Cenazeyê Mûrat Gun kurê Kemal Gun sibê piştî ku xizm û endamên din ên malbatê biçin Dêrsimê wê bi rêûresma li Cemxaneya Xozatê li navçeyê were binaxkirin.
Parêzer Engîn Gokoglû ji bianetê re axivî û diyar kir ku ew bi nûnerê Şaredar Hasan Çîçek re axivîne û weke parêzer ew û Kemal Gun derbarê radestkirina cenaze de bi Çîçek re mutabaqat îmzekirine.
Greva birçîbûnê dê bidawî bike
Cenaze sibê dê li Cemxaneya Xozatê radestî malbatê bikin.
Kemal Gun jî ji bianetê re got ku îro piştî daxuyaniya derbarê bûyerê de ew ê dest ji greva birçîbûnê berde.
Cenazeyê Mûrat Gun kurê Kemal Gun sibê wê li Xozatê bê binaxkirin.
Kemal Gun herkesên ku di vê pêvajoyê de piştgiriya wî kirine vexwend rêûresma cenazeyî.
Çi bibû?
Di 7ê Mijdara 2016an de li herêma Çat ê ya di navbera Dêrsimê û navçeya Xozatê de di encama bombebarana Hêzên Çekdar ên Tirkan de 11 milîtanên Partî/Eniya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKP-C) hatibûn kuştin. Yek ji wan jî Mûrat Gun ê 28 salî bû.
Kemal Gun, bavê Mûrat Gun ji bo ku cenazeyê kurê wî bidin ê, di 28ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Di dema ku greva birçîbûnê berdewam dikir de piştî serlêdana parêzeran malbat birin stargeh a hatiye bombebaran. Kemal Gun diyar kir ku wan li wir hin hestî û cil dîtine û çi tiştên ku dîtine radestî cendermeyan kirine.
Hin cenazeyên milîtanan ku di encama testa DNAyê de nasnameyên wan hatin diyarkirin, ji Saziya Tipa Edlî ya Malatyayê radestî malbatên wan kirin, lê cenazeye Mûrat Gun hîna nehatiye tespîtkirin û cenaze radestî malbate nehatiye kirin.
Kemal Gun ê ku kurekî wî yê din jî di 4ê Nîsana 2016an de li Geyiksû ya Dêrsimê hatibû kuştin dixwaze goristaneke kurê wî Mûrat Gun hebe. (AS/FD)