Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Eylem Ataşa 23 salî di Cotmeha 2015an de çû Rojava. Şervana Hêzên Yekbûyî Yên Azadiyê (BOG) Ataş 27ê Hezîrana 2016an de li Minbicê di şerê li dijî DAIŞê de canê xwe ji dest da.
Malbata Eylem Ataş ev mehek e hewl dide ku cenazeyê keça xwe bîne Edeneyê. Malbata Ataşê ji bo dengê xwe bilind bikin û mexdûrbûna xwe bînin ziman di change.org’ê de kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.
Qaymeqamtiyê red kir
Hakan Aktaşê hevalê Eylem Ataş ragihand ku di warê hiqûqê ve malbat gelek caran hewldanan kirina lê ti encam bi dest nexistine.
Hakan Aktaş got: ‘Me ligel malbata Eylem û parêzeran ve daxwazname da Qaymeqamtiya Pirsûsê. Bavê wê ragihand ku dixwaze biçe wê aliyê sînor, cenazeyê keça xwe teşhîs bike û cenazeyê hilîne. Lêbelê piştî hefteyek şûnde hat gotin ku wan daxwaznameyê winda kirine. Me ji nû ve daxwazname da. Wê carê jî gotin ku naveroka daxwaznameyê dijî qanûnê ye û bi wî awayî red kirin. Li ser wê yekê malbata Ataşê li meclisê bi parlementerên HDP û CHPê re hevdîtin pêk anîn. Em jî weke hevalên wê hewl didin ku ji her qanalê ve dengê xwe bilind bikin.’
Di wesiyeta xwe de xwestiye ku li Çukurovayê were definkirin
Malbata Eylem Ataş di change.orgê de wiha behsa wesiyeta keça xwe kir:
‘Keça/xwişka min di 23 saliya xwe de welatê xwe yê ku lê hatiye dinê hişt û li dijî çeteyên DAIŞê ku ji hêla hemû dinyayê ve weke terorîst hatine îlankirin çû şer bike û mirovahiyê biparêze. Em ji navçeya Aladagê ya Edeneyê ne û em tirkmen in.’
‘Wê wesiyet kiriye û xwestiye ku li welatê xwe yê ku lê hatiye dinê were definkirin. Ev yek mafê me ye.’
Cenazeyê Aziz Guler ku ew jî di şerê li dijî DAIŞê de canê xwe ji dest dabû, li sînor 2 meh dabûn sekinandin û piştre dabûn malbatê. (NV/YO)