Hunermend Cemîl Qoçgirî li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê, wê konsertekê bide. Qoçgirî wê di konserta xwe de stranên kurmancî, kirmanckî û tirkî bistirê.
Hunermendê navdar Erkan Ogûr jî wê di beşeke konserta Cemîl Qoçgiriyê de derkeve ser dikê û stranên xwe bistirê.
Konserta Cemîl Qoçgiriyî wê 26ê Gulanê saet di 20.00ê de pêk bê.
Derbarê Cemîl Qoçgiriyî de
Li Almanyayê ji dayik bûye. 12 saliya xwe dest bi lêdana sazî kiriye. Paşê ji Mîkaîl Aslanî dersên lêdana sazê distîne. Di nava Mikail Aslan Ensembleyê de cih digire. Bi saza xwe deng dide albuma Mîkaîl Aslanî ya bi naê “Kilite Kou”yê. Di albuma Ahmet Aslanî ya bi navê “Va û Waxt”ê de helbesta Alîşêrê Qoçgiriyê ya bi navê “Dema Yekîtiyê ye” (Birlik Zamanıdır) kiriye beste û weke stran straye.
Sala 2004ê albuma xwe ya yekem bi navê “Aşk-ı Pervâz” derxistiye. Di sala 2005ê de tevlî Hakan Adayî xebateke arşîvê amade kiriye ku navê wê “Dersim Halk Aşıkları/Sarraf” e (Hozanên Gel ên Dêrsimê/Sarraf). Her weha bi Aynûr Doganê re hin album amade kiriye û beşdarî konsertan bûye. Herî dawî di serê sala 2019ê de produktoriya albuma Mîkaîl Aslanî ya bi navê “Axpîn” kiriye û li sazê xistiye.
Albumên wî: Hîva Zerî, Zalâl, Tembur & Harp, Bêdawîtî, Cemîl Qoçgîrî & Avîan Quartet (Live). (FD)