Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) di Hefteya Kesên Di Dema Desteserkirinê De Bêserûşûnbûyîn de pirsa Cemal Kaşikçîyî kiriye.
Bûyera Kaşikçîyî
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Bixwîne - Zarokên Kaşikçiyî: Em dixwazin termê bavê xwe veşêrin
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê, Cemal Kaşikçi de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
Dewleta Erebistana Siûdiyê eşkere kiribû ku Kaşikçi hatiye kuştin lê hê termê wî nehatiye dîtin.
Komîsera bilind ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Michelle Bacheletê bangî Erebistana Siûdiyê kiriye û diyar kiriye divê cihê termê kaşikçî lê ye bê eşkerekirin.
Kurên Kaşikçiyî Salah 35 salî ye û Abdullah 33 salî ye. Wan ji CNNê re gotiye:
“Heta terêmê bavê me neyê dayin malbata me nikare şînê dane.”
IHDyê diyar kir navê kampanyaya wan ev e: “Kaşikçi li kû ye” û “Windayîyên me li kû ne?”
Komeleyê herweha diyar kiriye ku ew ê hewil bidin bi vê kampanyayê mijara bêserûşûnkirina desteserkiriyan di rojevê de bihêle.
(AS/MB)
Serkanîya nûçeyê: Ajansa Mezopotamyayê