Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo Celalettîn Can Berdevkê Hewldana 78an û Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Abdulselam Yolcû, Erhan Sarikaya, Vahît Dalgiç, Fîlîz Yilmaz, Gonca Yangoz, M. Şamîl Altan, Nevzat Yilmaz û Taylan Talaş endamên HDPyê biryara tehliyeyê derketiye.
28emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê diyar kir ku “Ji ber dema girtî mane û hin ji wan pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, heke ku ji ber hin sûcên din biryara girtinê ji bo wan tune be bila yekser bên tehliyekirin”.
Ji bo kesên ku hatine tehliyekirin biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê hatiye dayin.
Dadgehê her weha biryar girt ku Atîlla Şayir, Bedîa Aydemîr, Can Memîş, Gulistan Aydin, Gulsen Bîter, Hasan Huseyîn Gençer, Metîn Îlan, Suphî Yildiz û Taylan Urun girtî bimînin.
Celalettîn Can tevlî 18 rêveberên HDPyê û HDKyê ji 20ê Sibatê ve girtî ne. Bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê”, 18 jê girtî li 29 kesan doz hatibû vekirin.
Îdîaname ji hêla dozger Orhan Aydin ve hatibû vekirin. Îdianame 9ê Nîsana 2018ê hatibû qebûlkirin.
Derheqê Celalettîn Canî de
Berdevkê Hewldana 78an û Endamê Meclîsa Partiyê yê HDPyê ye. Ji bo hilbijartina 27ê Hezîranê bûbû namzetê HDpyê. 59 salî ye.
Li Dêrsimê ji dayik bûye. Ji bo perwerdehiyê sala 1975ê hatiye Stenbolê. Di nava têkoşina şoreşgerî de cî girtiye û bûye serokê Federasyona Ciwanên Şoreşger a Tirkiyeyê (Dev-Genç).
Dema xwendekar bûye, beriya derbeya 12 Îlonê, sala 1979ê hatiye girtin û 19 sal û 9 mehan girtî maye.
Di dawiya sala 1999ê de tehliye bûye. Weqfa 78an ava kiriye.
Di sala 2013ê de di nava heyeta Aqilmendan de cî girtiye ku hikûmeta wê demê ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan ava kiribû.
Bi navê “78’liler Sorguluyor” û “Merhaba Başkaldırı” du pirtûkên wî hene. (HK/AS/FD)