Fotoğraf: Semra Yansit
Navçeya Sûrê ya Amedê wek tê nasîn ku gelek cîhek kevnar û ji bo geştyaran cihekî balkêş e Ji ber vê yekê ev cîhê dîrokî bala gelek kesên biyanî û niştecihên heremê dikşîne. Em gava ku gavên xwe davêjin Derê Çiyê gelek kargehên bazirganiyê û esnafan dibînin. Tiştê herî bala me dikşine ew e ku li van deran esnaf û bazirgan bêhtir mêr in. Lê dema em dikevin kuçe û kolanên teng ên Deriyê Çiyê, kargeheke biçûk û rengîn tê pêşberî mirovan.
Navê vî cihê rengîn û biçûk: "Atolyeya mûmê ye". Xwediyê atolyeyê Şehrîban Sayak e. Sayak di dema pandemiya covid-19ê de dest bi kare çêkirina mûman kiriye. Niha him mûman difiroşe him jî jinan hînî çêkirina mûman dike.
Şehrîban Sayakê ji bianetê re qala rêwîtiya xwe ya bi mûman kir.
“Min pêşî di beroşa malê de malzemeyên mûman çêkir”
Tu dikarî hinekî behsa rewîtiya xwe ya bi mûman ji me re bikî? Te çawa û bi çi awayî dest bi vî karî kir?
Têkiliyek cûda di navbera jinan û mûman de heye. Jinan her tim di nava civakê de di nava lêgerînê de ne û dibejin, ‘ez ê jiyanê xwe çawa xweşiktir bikim?’. Min bi mebesta ku jinên derdora xwe kêfxweş bikim dest bi vê rêwîtiyê kir. Ji ber ku ez ji kêfxweşkirina jinan hez dikim. Ev tişt di dilê min de heye. Ez bawer dikim ku ev hest di xweza ya min de û di xwezaya gelek jinan de heye. Çi bibe bila bile lê gava ku karek xîtabê jinan dike ez keyfxweş dibim. Ev tişt an aliyê huner an jî aliyê qada civakî be ferk nake. Jin gava ku di nava hilberînê de bin, ev hest hêzekê dide min.
Ji bo mûman qet planek di serê min de tunebû. Di dema pandemiyê de, gelek kesan dixwest ku bi tiştek re mijûl bibin. Fikra yekem ji bo min ew bû ku ez mûman çêkim û diyarî kesên derdora xwe bikim. Piştre jî min go ku ez bikaribim vî karî bikim û berdewamiya vî karî bînim, belkî li ser înternetê mûmên xwe bifroşim. Minê hem hilberandina xwe berdewam bikira û hem jî ji bo min ji aliyê aboriyê alîkariyek bû. Min malzemeyên ku ji bo mûman hewce ne ji înternetê kirîn. Li Stenbolê kesek hebû ku ji bapîrê xwe hîn bûbû çêkirina vî karî. Min dixwast ku ez karê çêkirina mûman jê hînbibim. Piştre min pê re têkilî danî. Lê wî got ku êdî ew vî karî ne bi qaliban, bi makîneyan çêdikin. Dîsa jî, zanîna xwe ya li ser mûman bi min re parve kir. Ez li Cihangîrê beşdarî atolyeya mûman bûm û fêrî çêkirina mûman bûm. Piştre, min bi demê re hemî kîtekîtên çêkirina mûman ceriband. Bi vî rengî, rêwîtiya min a mûman, bi çêkirina malzemeyên mûman, di beroşa li malê de dest pê kir.
“Jin ji roja roj ve di xwezaya xwe de afirandinê diparêze”
Tu têkiliya xwe ya bi mûman re çawa şîrove dikî?
Ez dikarim bêjim ku çêkirina mûman bi zayenda min a biyolojîk ve girêdayî ye. Ji ber ku jin ji roja roj ve di xwezaya xwe de afirandinê diparêze. Min dikaribû fîrmayekê bazirganiyê saz bikim an jî min dikaribû diyariyan bikirim û bifroşim. Lê min xwest berhemeke ku min çêkiriye pêşkêşî mirovan bikim. Û min xwest ez tiştekî ku li Amedê tune ye hilbijêrim. Kêfxweşiyek mezin dide min ku ez di dûkana xwe ya piçûk de hildiberînim û difiroşim.
“Ez bala her cûre mişteriyan dikişînim”
Ez madeya xam ya mûman bi xwe çênakim. Madeya xam ji derve tê. Dema ku mûman çêdikim, ez her gav bi rengên cuda an jî qalibên cudan çêdikim. Ez li gorî daxwaza xwe, qaliban û rengan diguhêrînim. Carinan li ser lewheyên darîn, carinan jî li ser lewheyên cam mûman çêdikim. Ez pir kêfxweş im ku xîtabî her mişteriyên ku ji hev cudatir dikim.
Niha atolyeya te li Surê navçeya Amedê ye. Ji bo siberojê planeke te ya çawa heye?
Ez naxwazim atolyeya xwe berfireh bikim. Ez dixwazim ku cihê xwe bûtîk bihêlim. Ez berê li ser hilberîna girseyî û mezinkirina cîhê kar fikirîbûm, lê min dev ji vê fikrê berda. Ji ber ku niha karê ez dikim xweser e. Ez dixwazim bi destên xwe hilberîna xwe û wekî hobî vî karî bidomînim.
“Ez dibînim ku gelek zarok dê û bavên xwe dînin dûkana min”
Têkiliya te û mirovên tên atölyeye çawa ye? Bêhtir kî tên atölyeye?
Ji ber ku cihê atolyeya min li cihekî turîstîk e, hem mişteriyên min ên tûrîst û hem jî niştecihîn herêmê hene. Mirovên ji derve tên, bi dîtina hilberîneke jin pir kêfxweş in. Piraniya mişteriyên min ciwan in. Lê belê, qalibên mûmên pisîk û fêkiyan, gelek bala zarokan dikişîne. Ez dibînim ku gelek zarok dê û bavên xwe tînin dikana min. Di mişteriyan de tiştekê herî bala min dikşine ew e ku kîjan mişterî bê pîr, ciwan, jîn an jî mêr, li gorî zewqa xwe mûman dibîne. Hin mûm hene ku bi mehan nayê firotan lê mişteriyek tê wê mûmê dibîne û gelek bi keyfxweşî wê mûmê dikre. Ev jî nîşanî min dide ku tiştên ku ez bî xwe diafrînim, xîtabê gelek kesan dike. Ev gelek min keyfxweş dike.
“Tiştê ku hûn jê hez dikin hembêz bikin”
Tu wek karsazekê dixwazî çi pêşniyaran li jinan bikî?
Dema ku min dest bi vî karî kir, tirsên min ên di hêla aboriyê de tune bûn. Karê ku min dikir hêsan bû û zêde mesrefên min li vî karî nediçûn. Lê baweriya min her tim xurt bû. Min zanîbû ku tiştê ez jê hez bikim wê bi erênî li min vegerin. Di serî de karê min pir xerab diçû. Lê bi wê baweriya xwe, ez pir xebitîm û min sebir kir. Piştî salekê min encamên keda xwe bidest xistin. Niha me ji bo jin û zarokan atolyeyek ava kir. Navê atolyeya me ‘Mûmên xwe bixwe çêkin’. Di vê atolyeyê de jin û zarok hînê çêkirina mûman dibin. Tiştên derbarê mûman de dizanim, bi xwe re nahêlim. Ez dixwazim ku mirov di malen xwe de jî mûman çêbikin. Hin jînên ku tên atolyeyê ji niha de hînî çêkirina mûman bûnê û bi dest firotina mûmên xwe li ser înternetê kirine. Dema ku ez agahiyên xwe parve dikim ez pir kêfxweş dibim. Pêşniyara min ji jinan re ev e, dema ku hûn ji tiştêkî hez bikin wî tiştî hembêz bikin û hilberînin. Tiştê ku hûn kedê lê didin qet vala naçe. Bi awayekî hûnê encamên keda xwe bistînin.
“Gava ku ez mûma çêdikim bêhna min tê ber min”
Karsazî wêrekiyê dixwaze. Di vî karî de ti serpêhatî û agahiyên min nebûn. Min dest bi karekî wiha kir. Dibe ku ez biser neketibûma, lê ez biserketim. Vê yekê potansiyela min nîşanî min da. Naskirina mirovên cuda û danûstandina bi wan re, bandorek erênî li min kir. Çêkirina mûman ji bo min medîtasyon e. Gava ku ez mûman çêdikim bêhna min tê ber min û ez bi xwe re diaxivim. Ji bo min tiştekî neyînî di vî karî de tune ye. (SY/FD)