* Fotograf: Gerçek Gündem
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêvebiriya Herêma 5em ya Rêyên Hesiniyê Dewletê li Amedê dest bi çêkirina projeya dîwarê beton ê li her du aliyên rêya trênê kiribû û bi vî dîwarî Amed dabeş dibû. Wezareta Veguhastin û Binesazîyê ev proje daye rawestandin.
Li gorî nûçeya Gazete Dûvarê, Bulent Aydemîr, Nûnerê Enqereyê yê Haberturk TVyê aşkere kiriye, bandora bertekan li ser biryara Wezareta Gîhandinê a rawestandina projeye hebûye.
Aydemîrî destnîşan kiriye, Adîl Karaîsmaîloglû, Wezîrê Gîhandinê di rojê pêş de derbarê projeye de dê biryar bide çi bikin û gavên çawa biavêjin.
Çi bûbû?
Rêvebiriya Rêyên Hesinî ya Dewletê di 31ê tebaxê de li seranserê rêhesinên Amedê dest bi çêkirina dîwarekî beton kiribû ku dê 12 kîlometreyan dirêj, metreyek û 80 santîmî bilind û 50 santîmî jî fireh ba.
21 sazîyên civaka sîvîl yên bajarî, ji bo dîwarê ku dê bajarî bike du parçe bertek nişan dabû. Odeya Bazirganîyê ya Amedê, komeleyên karsazên bajarî û odeyên ku bi TMMOByê ve girêdayî jî di nav da 21 sazîyên civaka sîvîl, danezaneka nivîskî belav kiribû. Di danezanê da hatibû gotin ku dîwar bi awayekî tê çêkirin ku guh nedaye pêşketinên giştî yên bajarî û bi dînamîkên bajarî ra nehatîye parvekirin.(TP/AY/FD)