Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cîhana Xiristiyanan duh Cejna Paskalyayê pîroz kir ku li gorî baweriya wan Pêxember Îsa di vê rojê de ji dayik bûye.
Yekşema pêşiyê ya piştî ku di 21ê Adarê de heyva çardeşevî tê dîtin weke roja Paskalyayê tê qebûlkirin. Ji ber vê sedemê digel dîroka Cejna Paskalyayê diguhere jî, bi giştî yekşema duyem a meha Nîsanê ev cejn tê pîrozkirin.
Li Tirkiyeyê jî li Stenbol, Edîrne, Amed, Mêrdîn û Hatayê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin.
Stenbol
Ayîna Paskalyalê li Patrîkxaneya Rûman a li Fenerê di bin rêveberiya Bartholomeos, Patrîkê Rûman çêbû. Merasîm 3 saetan dewam kir û dia hatin kirin. Herweha qesîde hatin xwendin.
Amed
Suryaniyên li Amedê ji bo Cejna Paskalyayê li Dêra Dayika Meryem hatin ba hev û find pêxistin û dia kirin.
Keşe Yûsûf Akbûlûtî ayîn bi rê ve bir û koroya keçan qesîde xwendin. Di merasîmê de hin beşên Incilê hatin xwedin û hêk û kulîçe li beşdaran belav kirin.
Fotograf: Şukru Gunduz – Amed / AA
Edîrne
Li Dêra Bulgar a Sevti Georgi yê gelek Ordotoks beşdarî merasîmê bûn. Keşe Aleksandir Çikirikî ayîn bi rê ve bir.
Fotograf: DHA
Hatay
Li Dêra Ortodoksan a Antakyayê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin. Welatiyên ku beşdarî ayînê bûn find pêxistin û dia kirin. Di ayînê de her weha hin beşên Incîlê hat xwendin û qesîde hatin xwendin.
Fotograf: Salîm Taş – Hatay / AA
Her weha li navçeya Altinozu ya Hatayê jî li Dêra Ortodoksên Rûm a Dayika Maria ayînek bi rê ve çû.
Fotograf: Recep Dagdelen – Hatay / AA
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî pîrozbahî li Dêra Ortodoksan çêbû.
Mêrdîn
Suryaniyên li Mêrdînê ji bo cejna Paskalyayê li Dêra Mor Behnamê (Dêra Çilan) hatin ba hev. (HK/FD)