Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koka peyva Noelê ji Natalîsa latînî hatiye û tê wateya bûyîn/zayîn/jidayîkbûn ê. Her weha tê zanîn ku peyva Noelê ji fransî derbasî tirkî bûye.
Li gor baweriya Xiristiyanan Protestan û Katolîk, şeva 24ê Kanûna Pêşiyê wek rojbûna Hezretî Îsayî tê qebûlkirin û bi navê Noelê tê pîrozkirin.
Cejna Noelê, her sal ji aliyê piraniya Xirîstiyanên cîhanê ve di 25ê Kanûna Pêşiyê de tê pîroz kirin. Pîrozbahiyên Noelê li hin welatan li erîfeya Noelê di 24ê Kanûna Pêşiyê de dest pê dike û heta dawiya roja 25ê Kanûna Pêşiyê didome. Hin Dêrên Ortodoks yên Rojhilat yên wek Dêra Ermeniyan cejna Noelê di 6ê Kanûna Paşiyê de pîroz dikin.
Pîrozbahiyên ji bo Noelê li hin welatan heta êvara 26ê Kanûna Pêşiyê didome.
Li Vatîkanê ayîna Noelê di çarçoveya tedbîrên Covîd-19ê bûye
Fotoğraf: Vaticannews.va
Di Xiristiyaniyê de Cejna Noelê ji bo rojbûna Hezretî Îsayî tê pîrozkirin. Ji ber vê li Vatikanê Papa Franciscûs, Pêşengê Ruhanî yê Katolîkan serpereştî ji ayîna Noelê re kiriye. Ayîna Noelê di çarçoveya tedbîrên Covîd-19ê de pêk hatiye.
Li tevahîya Îtalyayê ku cîranê Vatîkanê ye ji ber sersalê û Noelê tedbîrên tûnd hatiye stendin û derketina derve ya ji bo şevê hatiye qedexekirin. Papa Francîcûs jî ji ber van tedbîrên saeta ayîna Noelê aniye pêş.
Ayîna Noelê li Bazîlîkaya Ezîz Petrûs ji aliye Papa Francîcûs ve hatiye birêvebirin. Li gor salên berê ji ber şewba Covîd-19ê tevlîbûna ayînê bi sînor bûye û nezîkî 200 kesî beşdar bûne. Ayîn di çarçoveya tedbîrên mesafeya civakî de pêk hatiye.
Pîrozbahiyên Noelê li cîhanê
Li welatên cûr bi cûr yên cîhanê duh êvarê bi ayînan cejna Noelê hatiye pîroz kirin.
Tûnûs, Fotograf: AA- Yassine Gaidi
Pakistan - Fotograf: AA-Sabir Mazhar
Stenboll, Fotograf: Arîf Hudaverdî Yaman-AA
Mersin, Fotograf: Mustafa Unal Uysal-AA
Almanya, Fotograf: Abdulhamîd Hoşbaş
Endonezya, Fotograf: AA
Komara Afrîkayê ya Navîn, Fotograf: Nacer Talel
(AÖ/AY)