Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Çavdêriya li Wekheviya Zayendî (CEID) Rapora Çavdêriya li Wekheviya Zayenda Civakî ya Tirkiyeyê weşandiye. Saziyê ev rapor bi alîkariya darayî ya Yekîtiya Ewropayê û ji bo Projeya CEIDizlerê amade kiriye.
Rapor dixwaze balê bikişîne li ser pêşketinên di warê wekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê.
Akademîsyenên pispor li bûyerên di navbera salên 2017 û 2021an de pêk hatine nêrîne û di 16 beşên sereke de rapor amade kirine.
Ev beş ew in: 1)Perwerde, 2)Tenduristî, 3) Îstîhdamkirin, 4) Tundkariya li ser jinan, 5) Zewacîn di temenên biçûk de û yên bi darê zorê, 6) Bazirganiya mirovî/jinan, 7) Mafên Bajarvaniyê û Xizmetguzirî, 8) Medya, 9) Bidestxistina Xizmetguzariya Olî, 10) Spor, 11)Beşdariya di biryarên siyasî de, 12) Xizanî, Parastina Civakî û Alîkariyên Civakî, 13) Bidesxistina edaletê, 14) Penaberên jin, 15) Kadên zanist, teknolojî, mihendîsî û matematîkê, 16) Mêr, mêrbûn û wekheviya zayenda civakî.
Di raporê de hin mijarên ku derketine pêş ev in:
Zewaca di temenên biçûk de û ya bi darê zorê ya ku cûreyekî tundkariya li ser jinan e, hê jî dewam dike. Rêjeya kesên temenên wan di navbera 20 û 24an de ye û beriya 18 saliya xwe hatine zewicandin, ji sedî 14,7 e.
Her weha hatiye diyarkirin ku di perwerdeya pîşeyî û ya teknîkê de rêjeya jinan kêm dibe. Li gorî daneyan kesên di dibistanên pîşeyî û teknîkê de kar dikin ji sedî 44 jin û ji sedî 56 jî mêr in. Di sala 2020an de ev rêje ji bo jinan daketiye ji sedî 38,6 û ji bo mêra derketiye ji sedî 61,4an. (EMK/FD)