Bi ser koça dawî ya helbestvan û nivîskarê kurd seydayê Cegerxwîn re 40 sal derbas bûn. Cegerxwîn, di sala 1903an de li bajarokê Hesarê yê girêdayî navçeya Kercews a (ku niha girêdayî Êlihê ye) Mêrdînê ji dayik bû.
Bi destpêkirina Şerê Yekemîn ê Cîhanê re tevî malbata xwe di sala 1914an de koçî bajarê Amûdê yê Rojavayê kir.
Cegerxwîn, li vir li ber destê hinek pêşengên olê yên kurd hate perwerdekirin û di sala 1928’yan de dest bi nivîsandina helbestên kurdî kir. Cegerxwîn, Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên xwe di sala 1932’yan de li paytexta Sûriyeyê Şamê dest bi weşandina kovara Hawarê kirin û navê Cegerxwîn cara ewil li wir hate bikaranîn. Cegerxwîn, sedema vê jî wiha rave dike: “Ez jî mîna gelê xwe birîndar im. Dilê min birîndar e. Ji cegera min min xwîn tê. Lewma min navê xwe kir kesê cegera wî xwîn jê tê anku Cegerxwîn.”
Xoybûn
Cegerxwîn, di nava rêxistina Xoybûnê de jî cih girt ku di Serhildana Agiriyê de xwedî roleke mezin e. Di sala 1946’an de derbasî Qamişloyê bû û xebatên xwe yên polîtîk domand. Cegerxwîn, di heman salê de bû serokê rêxistina siyasî ya Civata Azadî û Yekitiya Kurd. Di sala 1948'an de endamê Partiya Komunîst a Sûriyeyê bû û 6 sal piştre ji bo bikeve Parlamentoya Sûriyeyê bû namzetê parlamenteriyê.
Cegerxwîn, heta sala 1957’an serokatiya saziya Komîteya Aştiyê ya ji bo Cizîrê kir. Piştre ji Partiya Komunist a Sûriyeyê veqetiya û tev li Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê bû. 2 sal piştre dîsa çû Iraqê û li Zanîngeha Bexdayê bû yekemîn mamosteyê ku bi zimanê kurdî dersê dide. Cegerxwîn, di vê pêvajoyê de ji bo zimanê kurdî gelek xebat kir û gelek xwendekar gihand.
Li Qamişloyê hate binaxkirin
Cegerxwîn, ji ber xebatên xwe yên siyasî, di sala 1963’yan de li Şamê hate girtin. Piştî berdanê jî li gorî rêzê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê, Lubnan û bajarê Swêdê Stockholmê bû. Di 22’yê cotmeha sala 1984’an de jî li Stockholmê wefat kir. Cenazeyê wî li Qamişloyê hate definkirin.
Ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Lubnanê, ji Rojava heta Herêma Federe ya Kurdistanê, Cegerxwîn di vê pêvajoyê de gelek berhemên navdar nivîsand. Di gelemperiya berhemên wî de jî mijara esasî têkoşîna gelê kurd a li dijî burjuvaziyê bû. Cegerxwîn, zextên li gelê kurd tên kirin, înkar, pişaftin, bêkarî, xizanî û çerxa kedxwariyê di helbestên xwe de hûnand. Her wiha Cegerxwîn di helbestên xwe de bal kişand ser azadî, aştî û dijbertiya şer.
Berhemên Cegerxwîn
Cegerxwîn, "Prîsk û Pêtî (1945)", "Sewra Azadî (1954)", "Kî me Ez? (1973)", "Ronak (1980)", "Zend-Avista (1981)", "Şefeq (1982)", "Hêvî (1983)", "Aşîtî", "Salar û Mîdya" û dîwanên wî yên "Şerefnama Menzûm". Bi gelek çîrok û lêkolînên xwe ve ji bo wêjeya kurdî bû çavkaniyeke giranbiha. Gelek berhemên wî piştre hatin qedexekirin û gelek helbestên wî ji hêla stranbejêna ve bûn stran.
Saziyên ku bi navê wî hatine vekirin
Piştî mirina Cegerxwîn, navê wî li gelek navendên çandan, park û cadeyan hate kirin. Lê belê piştî di sala 2016’an de qeyûm li şaredariyan hate tayînkirin, bi taybet jî saziyên bi navên wî hatin girtin û navên cade û kolanên navê wî lê hatibû kirin jî hatin guherandin.
Stranên ku ji ber helbestên Cegerxwînî hatine çêkirin:
Mihemed Şêxo: Ay lê gulê
Şivan Perwer: Kî ne em?
Nîzamettîn Ariç: Jîn û hebûn
Ciwan Haco: Pir xweş e
Gulistan - Şivan Perwer : Kurdistan e Kurdistan
Aram Tîgran: Lêv şêrîna min
Mehmet Atli: Pismamo
Koma Azadî: Herne pêş
Bûrhan Berken: Gulfiroş
Yûnûs Dîşkaya: Yar ko ne mêvanê te bî
Berfîn Aktay: Mem û Zîn
Rûken Yilmaz: Dîlbera Nazik
Derbarê Cegerxwînî de
Helbestvanê kurd Cegerxwîn di sala 1903yan de li gundê Hesarê ya girêdayî navçeya Kercewsa Êlihê tê dinê. Navê wî Şêxmûs e. Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema dê û bavê wî dimirin ew sêwî dimîne. Jiyana wî bi zor û zehmetiyan re derbas bûye. Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da zanistiyê, li cem şêx û melan li medreseyan li zanînê geriya, dest bi xwendina feqetiyê kir. Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza) xwe li cem Mele Fethule stand, pişt re hinekî meletiya gundan kir. Du bûyerên mezin di herêmê de çêbûn, ev bûyer bûn sedemên guhertinê di kesetiya Cegerxwîn de, berê wî bi xurtî ber bi niştimanperweriyê de dan.
Cegerxwîn koçî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike. Di vê demê de Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kir û di kovara Hewarê de helbestên xwe diweşandin. Piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958an Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zankoya Bexdayê di beşa wêjeyê de xwend. Di sala 1963yan de ji naçarî dîsa vegeriya Sûriyê, heta sala 1979an û di wê salê de berê xwe da Swêdê û li paytexta Swêdê Stockholmê bicih bû. Di 22yê cotmeha sala 1984an de li bajarê Stokholmê koça dawî dike. (AY)
Helbestvan û nivîskar Herdem Merwaniyê piştî herdu pirtûkên xwe yên helbestan yên bi navê 'Çira' û ‘Reqsa Perperîkan’ pirtûka sêyem a bi navê ‘Hunera Dil’ jî derxist. ‘Hunera Dil’ ji weşanên Payizê derketiye.
Herdem Merwaniyê di vê berhema xwe de balê dikşîne ser gelek mijarên wek bêrîkirin, zîndan, êş û azarên gelê Kurd.
Her weha bêguman balê dikşîne ser hesreta ji bo bavê xwe A. Halîm Kirtayê ku 30 salan di girtîgehê de ma û 51 roj piştî derketinê koça dawî kir.
Herdemê têkildarî pirtûka xwe ya ‘Hunera Dil’ diyar kir û got, “Dema dinivîsîm hestên xwe û civakê dixim turekî”
Dema mirov bala xwe dide jiyana Herdemê di her rizikeke wê de mirov dikare bêje ku tevahiya rastiya jiyana kurdan jî dibîne.
Herdem Merwanî di sala 1979an de li Farqînê ji dayîk bûye. Hê ji zaroktiya xwe ve nivîsandin û helbest li xweşê wê diçe. Di 13 saliya xwe de wate di sala 1992an de ji ber îfade li ser tê dayîn, tê girtin. Lê ji ber temenê wê yê biçûk her çiqas ku cezayê wê bê daxistin jî hema bêjin zaroktiya wê di girtîgehê de derbas dibe.
Şekirê pembû bigelemperî di fûar, sîrk, karnaval û mîhrîcanan de; di kîsikek plastîk de, li ser çîpekê an jî di kaxezê de tê pêşkêş kirin. Ji bilî van deran li Tirkiyeyê bi piranî firoşkarên kuçeyan wan difiroşin. Şekirê pembû bêtir ji bo bi kêfxweşkirina zarokan e. Lê belê carnan bûye mijara siyasetê jî.
Gelek cureyên şekirê pembû cara pêşîn berî sedsala 19an li Ewrûpayê hatin dîtin. Hostayên şekir bi kişandina têlên şekirê karamelîzekirî bi destan şîraniyên sivik û nazik çêdikirin. Lê belê, şîraniya şekirê pembû ya nûjen di sala 1897an de ji aliyê bijîşkê diranan yê Amerîkî William Morrison û çêkerê şîraniyê John C. Wharton ve hate îcadkirin.
Wan amûrek elektrîkê bikar dianîn da ku şekir bihelînin û bikin têlên zirav. Ev şîraniya nû di sala 1904an de bi navê "Fairy Floss" (Têlên Horîyan) di Fûara Cîhanê ya St.Louisê de hate pêşkêş kirin û eleqeyek mezin kişand.
Cara yekem bijîşkê diranan şekirê pembû çêkir
Tişta îronîk ew e ku bijîşke diranan şekirê pembû îcad kiriye. Her çend Morrison û Wharton ew di sala 1921an de patent girtibe jî lê diransazek din bi navê Joseph Lascaux di sala 1949an de îcadek bi vî rengî bipêş xist. Lascaux biryar da ku guhertoya xwe wek bi nave "şekirêşima pembû" bifiroşe, Ji bo ku bi orjînala "Fairy Floss" (Têlên Horîyan) a ku ji hêla Morrison û Wharton ve hatî afirandin cuda be.
Di salên 1970an de, makîneyek şekirê pembû ya otomatîkî hate afirandin ku şekirê pembû bi xwe çêdikir û paket dikir. Vê jî karê birin û anînê û hilberîna şekirê pembû li karnaval, dezgeh, şahî û çalakiyên din hêsantir kir.
Şekirê pembû di fîlimên wekî Dumbo (1941,2019), Charlie and the Chocolate Factory (1971, 2005) û The Greatest Showman (2017) de hêmayek girîng bû. Fîlmê kurdî yê bi navê Şekirê Pembû di sala 2013an de derketîye. Derhêner Ozan Takış ev fîlm ji bo bîranîna karkerê zarok Ahmet Yildizê ku di makîneya presê de asê mabû û jiyana xwe ji dest dabu, kişand. Fîlm qala du karkerên zarok dike ku li Edeneyê pembûyan berhev dikin, di bin şert û mercên dijwar de dixebitin û rûbirûyê nakokiyên di navbera bajar û gundan dibin.
Di xwepêşandanên de şekîrê pembû
Her çiqas ev şêrînayî ji bo pîrozbahî û çandê hatibe bikaranîn jî, carinan di wateyeke xweş de û carnan jî nexweş de bûye mijara siyasetê, Heta li hin welatan di protestoyan de bi awayekî îronî hatiye bikaranîn. Em dikarin protestoyên Kongoyê, çalakiya “Êlekên Zer” ya Fransayê weke mînak nişan bidin. Bi taybetî di dema xwepêşandanan de ji bo rexnekirina polîtîkayên hikûmetê hate gotin. Xwepêşanderan ji bo ku rexneyên xwe bînin ziman gotina şekirê pembû weha bikar anîn: Vala û demkî ye, weke şekirê pembû.
Çawa bû mijara siyasetê?
Her çend şekirê pembû rasterast bi siyasetê re têkildar nebe jî, carinan ji hêla siyasetmedaran ve di festîval, şahî an ji li mîtîngan de dihat tercîh kirin. Van siyasetmedaran şekirê pembû wek amûrek sembolîk an jî populîst bikar dianîn.. Armanca wan ew bû ku bala raya giştî bikşînin, xwe dirust bide nîşandan û îmaja "yekî ji xelkê"yê xurt bikin.
Minak;
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama: Di dema kampanyaya hilbijartinê ya 2008an de dema ku ji gel re dipeyivî şekirê pembû dixwar.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn: Di sala 2019 de,di çalakiyek li St. Petersburgê de şekirê pembû dixwar û wêneyên wî yên ku dema şekirê pembû dixwar hatibû kişandin.
Siyasetmedarên herêmî yên li Tirkiyeyê: Di heyamên hilbijartinê de, pirê caran tên dîtin ku gelek namzet di çalakiyan de ji bo zarok û malbatan şekirê pembû belav dikin.
Newroz, polîs, şekirê pembû û Mansur Yavaş
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê de, du polîsên bi navên Sînan Baydî û Alî Talha Balbal, alîkariya Barişê ku kesekî astengdar e û şekirê pembûyî difiroşe kirin. Polîsan hemû şekirên pembûyî yên Bariş kirîn û li zarokên derdorê belav kirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş li ser vê bûyerê li Stenbolê axivî û ji bo Alaya DEM Partiyê gotibû, “Duh li mîtîngekî Rojhilatê (Tirkîye) de alên ku li gorî min “paçavra” ne dihat libakirin û polîsan şekirê pembû dida kesên ku diçûn wê mîtîngê. Ez destwerdana li vir rast nabînim. Em li bende ne ku hêzên ewlekariyê şekir li ciwanên vir jî belav bikin.” Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê Özgür Özel ji ber gotinên Yavaş lêborîn xwest, lê Yavaş paşve gav neavêt.
Gotinên Yavaş ên li ser sembolên Kurdan ên weke 'çiqê' bû sedema bertekeke mezin. Mijar di Newroza Stenbolê de jî hat lidarxistin. Hin kesan bi vekirina pankarta mezin a bi nivîsa "Mansur Alsana Şekirê pembû" amaje bi gotinên Yavaş kirin. Pankartekî din a li ser “paçavra bavê te ye” jî bû mijar. Van wêneyan carek din nîşan da ku dengdêrên Kurd çiqasî hestiyar in ji nîqaşên siyasî re.
Bianet Haziran 2019 stajyeri. İstanbul Üniversitesi Siyasal Bilgiler mezunu. İstanbul Altınbaş Üniversitesi’nde yüksek lisans yapıyor. Şu sıralar moda ve eşya tarihi üzerine çalışmakta.