Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şenol Buran Çayfiroşê Rojnameya Cumhuriyetê ye. Wî gotiye ku ew ê çayê nede serokkomarî li ser vê yekê polîsan ew girtiye.
Got ez ê çayê nedim
Çayfiroşî eşkere kiriye, ji ber ku serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye yek ji otêlên Şîşlîyê hemî rê hayine girtin. Ji ber wê wî cih nedîtîye ku tirimbêla xwe lê park bike. Heta wî cih dîtiye gelek dereng maye.
Fermandarên polîsan ê li Rojnameya Cûmhûriyetê ji wî re gotiye çima ew dereng maye, dibe ku serokkkomar bixwaze biçe rojnameyê û çayê vexwe.
Çayfiroşî gotiye ew ê çaye nede serokkomarî.
Polîsan bi tometa “heqaret-kirina li serokkomarî” ew desteser kiriye.
Dadgeha Sûlh û Cezayê ya Stenbolê biryara girtina Şenol Buranî daye.
Parêzeran eşkere kiriye ku ji ber gotinekê girtina çayfiroşî ne di rê de ye.(AS/MB)