Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê biryara girtina Mûsa O. çawişê pispor daye ku ku li navçeya Qubîna Êlihê tecawizî İ.E.ya 18 salî kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê.
İ.E., duh 17ê Tebaxa 2020an li nexweşxaneya ku tê de dihat dermankirin, miribû.
Piştî ku li ser medya civakî bertek hatiye nişandan 1em Dadgeha Cezê Giran a Sêrtî ji ber sûcê “êrişa zayendî” biryara zeftkirina çawişê pispor dabû.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Hurriyetê de hatiye weşandin. Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê daxwaza girtina Mûsa O. yî kiriye.
Mûsa O. piştî biryara zeftkirinê xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye.
Dadgehê jî biryara girtina Mûsa O.yî daye.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(EMK/AY/FD)