Çawişê pispor Z.Ç. li Kolana Orman a Taxa Dîcleya Şirnexê jinek tacîz kiribû. Her weha di kêliya tacîzê de welatiyên li derdorê êrişî Z.Ç. kiribû û lê xistibûn. Dadgehê biryara girtina Z.Ç. da.
Baroya Şirnexê di daxuyaniya xwe de ragihand ku faîlê êrîşa zayendî çawîşê pispor Z.Ç., piştî îfadeya wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Şirnexê bi tohmeta ku “êrişa zayendî" kiriye biryara girtina Z.Ç. da.
(EMK/AY)