Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Çavûşoglûyê wezîr li ser minaqeşeyên digel Almanyayê got: “Em ji birêvebiriya niho re nabêjin Nazî lê ew her roj ji serokkomarê me re dibêjin dîktator.”
Di 6ê Adarê de wezîrê dadê Bakir Bozdagî xwestibû biçe Almanyayê û li wê derê beşdarî civînekê bibe lê civîn hatibû astengkirin.
Li ser vê yekê serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî eşkere gotibû:
“Min digot qey Nazîzm li Almanyayê nemaye lê welê diyar e hê heye.”
Piştî sîyasetmedarên Alman xwe li ser vê yekê nerazî kir, serokwezîra Almanyayê Merkelê duhî got:
“Divê Tirkiye demildest dest ji vê şibandina me û Nazîyan berde.”
Çavûşoglû: Çima we rê li Demîrtaşî negirt
“Ne demokratîk û hiqûqî ye û bi awayekê sîstematîk e ku Almanya, li Almanyayê rê li ber civîyana wezîrên Tirkiyeyê digire.
“20 sal in ev rewş wekxwe ye. Ka hûn heta niho li kû bûn? Demîrtaşî jî civîn li wê derê kir çima hûn nebûn asteng. “
(AS/MB)