Fotograf: AA
Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karûbarên Derve piştî ku DYAyê Qasim Suleymanî, Fermandarê Hêza Qudsê yê Artêşa Parazvanên Şoreşê yê Îranê kuşt û Îranê jî bi mûşekan êrîşê baregehên DYAyê li Iraqê kir, wê serdana Iraqê bike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karûbarên Derve, Mevlut Çavuşoglu “ji bona hewldanên diplomatîk yên kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de” wê 9ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de serdana Iraqê bike.
Hatiye destnîşankirin ku di serdanê de ji xeynî geşedanên herêmî wê meseleyên dualî jî bên gotûbêjkirin.
Çavuşoglu û Zerîf axivîne
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi rêya têlefonê bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf re axiviye.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk Çavuşoglu û Zerîf geşedanên li herêmê gotûbêj kirine. (FD)
Çi bûbû?
Li Bexdaya paytextê Iraqê bi moşekan êrîş hatiye kirin û di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û alîkarê serokê rêxistina Heşdî Şabiyê ya nêzikî Îranê Ebu Mehdî el-Muhendis hatin kuştin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Iraqê da wiha hat gotin "Li gor agahiyên çavkaniyên çapemeniyê yên Heşdî Şabiyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis li Bexdayê li ser rêya balafirgehê di êrîşa dijî wesaîtên wan da hatin kuştin."
Rêvebiriya Iraqê ragihandibû ku li Balafirgeha Bexdayê û derdora wê bi moşekan êrîşa hatiye kirin.
Di êrîşa li Bexdayê da berpirsyarê Heşdî Şebiyê hat kuştin
Hat ragihangin ku di êrîşa li Bexdaya paytextê Iraqê bi fuzeyê birin ser balafirgehê da Mihemed Riza Cabiriyê Berpirsyarê Protokolê û Têkiliyên Gel ê Heşdî Şebiya hêza milîsên Şiî hat kuştin.
Li gor xeberên çapemeniya herêmî, fuzeyeke avêtin Balafirgeha Bexdayê li wesayîta Cabirî û mêvanên wî yên ji dervayê welêt hatibûn têda bûn ket. Cabirî û mêvanên wî di êrîşê da hatin kuştin.
Televizyona Îranê piştrast kir ku Qasim Suleymanî di êrîşa Amerîkayê da hatiye kuştin
Televizyona dewletê ya Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis li Balafirgeha Bexdayê ji ber êrîşa Amerîkayê ya dijî wesaîtên wan hatine kuştin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Îranê da hat piştrastkirin li paytext Bexdayê di êrîşa li balafirgehê hat kirin da Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis hatin kuştin.
Hat destnîşankirin êrîş bi firokeyên Amerîkayê hatine kirin.
Wezareta Pasatinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê telîmat da, operasyon hat kirin û Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê hat kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê da wiha hat gotin: "Artêşa Amerîkayê li ser telîmata Serok, Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê ya ku Amerîka wekî rêxistina terorê ya biyanî qebûl dike kuşt, ji bo parastina personelên Amerîkayê gaveke biryardar avêt."
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku Silêmanî û Hêza Qudsê berpirsyarê kuştina bi sedan welatiyên Amerîkayê ne û wiha hat nivîsandin: "General Silêmanî wekî çalak li dijî esker û dîplomatên Amerîkayê yên li herêmê û Iraqê pîlanên êrîşê amade dikirin."
Di daxuyaniyê da wiha gotin:
"Êrîşa 27ê berfanbarê ya bû sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên Amerîka û Iraqê jî tev Silêmanî di çend mehên dawîn da êrîş dişandin ser baregehên koalisyonê yên li Iraqê. General Silêmanî vê hefteyê êrîşên li dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê jî pesend kiribû. Ji bo Îran carekê dîsa hewla êrîşê nede ev êrîşa hat kirin. Amerîkayê ji bo parastina welatiyên me yên li dinyayê û menfaetên me hemû gavên lazim dikin biavêje."
(PT/MB)
8ê Kanûna Paşiyê ya 2020ê Çarşem
Xamaneyî: Guherînên mezin ê çêbibin
Îranê bi mûşekan êrîş biriye ser baregehên DYAyê yên li Iraqê
Piştî ku DYAyê Qasim Suleymanî, Fermandarê Hêza Qudsê yê Artêşa Parazvanên Şoreşê yê Îranê kuşt, Îranê du baregehên leşkerî yên Amerîkayê ......
07ê Kanûna Paşiyê ya 2020ê Sêşem
Di merasîma binaxkirina Qasim Suleymaniyî de bi dehan kes mirine
Li bajarê Kîrmanê di dema merasîma binaxkirina cenazeyê Qasim Suleymaniyî de, girseyê hevdû perçiqandiye û di encamê de herî kêm 50 ......
Wezîrê Parastina DYAyê: Em ê ji Iraqê venekişin
Mark Esper, Wezîrê Parastina DYAyê: "Ji bo vekişîna ji Iraqê biryara ku me daye nîne. Em nizanin ka name çi ye, ......
06ê Kanûna Paşiyê ya 2020ê Duşem
Piştî biryara Parlamentoya Iraqê, amadekariya gavên hiqûqî tê kirin
Piştî biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî ji nava welêt, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê ku dest ji kar berdayî ......
03yê Kanûna Paşiyê ya 2020ê În
Îranê, Îsmaîl Qaan li şûna Qasim Silêmanîyî wezîfedar kiriye
Li dewsa Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî alîkarê wî Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî hatiye wezîfedarkirin. ...
Saruhan Oluç: Gava DYAyê wê encamên giran bi xwe re bîne
Wekîlê Serokê Koma HDPyê Saruhan Oluçî ji bo kuştina Qasim Suleymaniyî wiha axivî ye: “DYA’yê raste rast li dijî Îranê şer ......
Meclisa Iraqê ji bona hebûna eskerên Amerîkayê ya li Iraqê gotûbêj bike dê bicive
Meclisa Iraqê piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê Ebu Mehdî ......
Hin welatan li ser kuştina Qasim Suleymaniyî daxuyanî dane
Wezaretên karûbarên derve yên Rûsya, Sûriyê û Çînê têkildarî kuştina Fermandarê Hêza Qudsê yê Supay Pasdaran, Qasim Suleymaniyî û Alîkarê Fermandarê ......
Îranê ji ber kuştina Suleymanîyî, Amerîka tehdîd kiriye
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf der heqê Qasim Silêmanî ku di êrîşa Amerîkayê hat kuştin da daxuyanî daye ......
Qasim Suleymanîyê serbazê Îranî hatiye kuştin
Li Bexdaya paytextê Iraqê bi moşekan êrîş hatiye kirin û di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim ......