Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve gotiye ku wan û DYAyê derbarê S-400an de komeke xebatê ya hevpar ava kiriye.
Ji ber ku Tirkiyeyê sîstema moşekan a bi navê S-400 ji Rûsyayê kirî bû, çend salên dawiyê, di navbera Tirkiye û DYAyê de nîqaş hebûn.
Çavûşoglûyî gotiye ku DYayê gaveke girîng avêtiye û Tirkiyeyê jî ev gav qebûl kiriye. Li gorî daxuyaniya Çavûşoglûyî hevdîtinên teknîk destpêkirine.
Çavûşoglûyî her weha diyar kiriye ku cezayên CAATSAyê (Yaseya Têkoşînê ya bi rêya cezakirinê ya dijminên DYAyê) yên DYAyê giran an jî sivil ferq nakin, ji hêla siyasî ve biryareke şaş e.
“Em ê li Rojhilatê Behra Spî berjewindiyên xwe biparêzin”
Mevlût Çavûşoglûyî her weha behsa rewşa Rojhilatê Behsa Spî kiriye û wiha gotiye: “Ji bo me tiştê pêşanî ne bextewarkirina hin kesan e. Ji bo me ya pêşanî parastina berjewendiyên Tirkiyeyê û gelê me ye.
“Rojhilatê Behra Spî jî yek ji van e. Piştî ku bangên me yên ji bo diyalogê li Rojhilatê Bepra Spî encam nedan, me jî li hemberî gavên yekalî, li qadê dest bi xebatan kir. Me bi keştiyên xwe yên weke Oruç Reis, Barbaros û Yavuz ala xwe bilind kir.”
Çavûşoglûyî her weha behsa têkiliya Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê kiriye û gotiye ku ew amadene têkiliyan di rewşeke erênî de deynin. (PT/FD)