Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglûyî ji bo bidawîbûna Konferansa 13ê ya Balyozan, li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtînî ya li Soçiyê, Erdoganî bi xwe mijara hevdîtînê ya bi Serokdewletê Sûriyeyê, Beşar Esadî re anîbû rojevê.
Rojnamegeran di civîna Çavûşoglûyî de ev mijar jê pirsî.
"Niha hevdîtin di navbera me û Esadî de nîne lê..."
Li ser pirsekê ku hatiye gotin, Serokomarê AKPyî Recep Tayyîp Erdogan dikare bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esadî re bicive, Çavûşoglûyî gotiye, "Niha têkiliyek bi vî rengî nîne."
Çavûşoglûyî bi van gotinan dirêjî daye axavtina xwe: "Demeke dirêj e Pûtîn û rayedarên rûsî ji me re dibêjin 'em dikarin bi rejîmê re bînin ba hev'. Xwestin Esad û Serokomarê me bînin ba hev. Serokomarê me jî gotibû, baştir e ku (rêxistinên) îstîxbarê bên ba hev. Demekê îstîxbarat diciviyan. Paşê qut bû. Niha dîsa dest pê kiriye. Dema îstîxbaat dicivin, li ser gelek mijaran diaxivin."
Bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê re li ser lingan axiviye
Çavûşoglûyî diyar kiriye ku di Civîna Welatên Bêblok a li Belgradê de, bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê re li ser lingan axiviye: "Li wir jî min got tekane rêya berjewendiyê ya vî welatî lihevkirina siyasî ye." Destnîşan kiriye ku "Min ji wezîrê sûriyeyî re got 'divê terorîst bên paqijkirin" û "Ew dikarin ji bo aştiya di navbera sûriyeyiyên mixalif û rejîmê re piştgiriyê bidin."
???????? #Syria ????#Azez
— Frank William (@frank_william1) August 11, 2022
???? Türkiye Cumhuriyeti Dışişleri Bakanı Mevlüt Çavuşoğlu'nun, Esad ile Muhaliflerin barışması gerektiğine dair açıklamalarından sonra muhalif bölgelerde protestolar başladı. pic.twitter.com/8j0O3KUaFJ
Piştî vê daxuyaniya Çavûşoglûyî, li ser Twitterê çendîn vîdeo belav bûn ku li devera Ezazê ya li nava xaka Sûriyeyê di bin kontrola Tirkiyeyê û komên leşkerî yên nêzîkî wê de ne, xwenîşandan destpê kirine. Xwepêşanderan êrîşî xalên leşkerî û rêvebirinê yên tirkan kirine û alên tirkan şewitandine. (AEK/FD)